Artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî El-Nêrebê kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrişî bajarokê El-Nêreb kir. Çavkaniyan ragihand ku hêzên rejîmê erebeyên hêzên Tirk rûxandin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrişeke dijwar bir ser bajarokê El-Nêreb ê di bin serweriya hêzên rejîmê de. Li gorî navendê, hêzên êrişkar nîvê bajarok xist bin serweriya xwe û şerekî dijwar dewam dike. Her wiha hate piştrastkirin ku ji her du aliyan kuştî û birîndar hene.

Rûsya El-Yûem jî wiha ragihand: "Hêzên rejîma Sûriyê, gelek erebeyên artêşa Tirk, dema ku dixwest ber bi El-Nêreb ve bi pêş de herin, rûxandin."

Kenala El-Erebiye jî li ser zimanê çavkaniyên xwe piştrast kir ku balafirên Rûsyayê derdora El-Nêreb bombebaran kir da ku pêşdeçûna çeteyan bide rawestandin.

(kc)


Mijarên Din