Artêşa Tirk û çeteyên wê topbarana li ser gundên Şêrawa didomîne

Ji vê sibê ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şêrawayê topbaran dikin. Jinek û bavê xwe birîndar bûn.

Vê sibê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji  gundên Kemyar û Baradê, gundên Birc Qas û Kalotiyê yên girêdayî navçeya Şêrawa bi dehan topan topbaran kirin.

Di encama topbaranê de welatiya bi navê Şehîda Nebo (35) û bavê xwe Nabo Mamo (55) ku ji şêniyên gundê Birc Qas in, birîndar bûn.

Kesên birîndar rakirin nexweşxaneya gundê Birc Qas û niha rewşa wan baş e.

Topbarana li ser gundan hêj berdewam e.

(eh)

ANHA


Mijarên Din