​​​​​​​Artêşa Tirk depoyên Um El-Kêf û gundê Erîda topbaran dike

Artêşa Tirk û çeteyên wê depoyên gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temrê û gundê Erîda yê bejahiya Girê Spî bi moşek û topavêjan topbaran dikin.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên wê di vê kêliyê de, depoyên gundê Um El-Kêf bi moşek û topavêjan topbaran dikin.

Di milekî din de artêşa Tirk û çeteyên xwe bi çekên giran gundê Erîda yê bejahiya Girê Spî ji saet 19:20`an û heta niha topbaran dike. Agahî di derbarê ziyan û windahiyan de nehatin girtin. 

(eh)

ANHA


Mijarên Din