Artêşa Tirk dîsa av ji ser Hesekê qut kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê cara 6`emîn av ji stasyona Elok li ser bajarê Hesekê qut kir.

Tevî rewşa qedexeya derketina derve ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê û tevî ku du rewşên vîrûsê li Hesekê derketin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê cara 6`emîn e ku avê ji stasyona Elok  a rojhilatê bajarê Serêkaniyê li ser bajarê Hesekê qut dike.

Stasyona Elok stasyoneke sereke ye, avê dide nêzî nîv milyon kesî ji şêniyên kantona Hesekê, navçeya Til Temir, kampên li herêmên wekî Hol, Waşûkanî û Erîşa. Li bajarê Hesekê bi hezaran koçberên herêma Serêkaniyê û navçeya Zirganê û herêmên nêzî xetên şer hene.

Gerînendetiya Avê ya Hesekê ji ANHA`yê re diyar kir ku av ji stasyona Elok hatiye qutkirin û destnîşan kir ku xebatkar ji beriya 10 rojan ve derbasî stasyonê nebûne û heta niha sedemên qutkirina avê nehatine diyarkirin.

bx

ANHA


Mijarên Din