Artêşa Tirk geliyê Şêranê bombebaran kir

Di van kêliyan de geliyê Şêranê yê bajarokê Dêralok ê girêdayî Amêdiyê ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ve tê bombebarankirin.

Çavkaniyên herêmî ji ajansa Rojnewsê re diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk ji saet 14.00’an ve geliyê Şêranê yê nêzî bajarokê Dêralok ê ser bi Amediyê ya parêzgeha Dihokê ve bombebaran kirin.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku herêma tê bombebarankirin, nêzî cihên sivîlan e û welatî lê hene.

Têkildarî zirar û ziyanên êrîşa hewayî heta niha agahiyên zelal bi dest neketine.


Mijarên Din