Artêşa Tirk goristana gundê Xelîl şewitand

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê goristana li gundê Xelîl ê girêdayî navçeya Şiyê rûxand û agir pê xist da ku şênî di cejnê de serdana gorên miriyên xwe nekin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro di saetên sibê de goristana gundê Xelîl ê girêdayî navçeya Şiyê ya kantona Efrînê şewitand.

Dagirker vê yekê dikin da ku şênî di rojên cejnê de serdana gorên miriyên xwe nekin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên li Efrînê di demên dawîn de firehiyeke mezin ji zeviyên şêniyên Efrînê (zêdetirî 14 hezar hektar) şewitandin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro li gorî Tirkiyê li Efrîn û herêmên ku dagir kirine, cejna Remezanê ragihand. Her wiha Sûriyê roja Çarşemê wek yekemîn roja cejna Remezanê diyar kir.

(bx)

ANHA


Mijarên Din