Artêşa Tirk gundê Bîr Zinar ê Girê Spî rojane topbaran dike

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Hêzên dagirker rojane gundê Bîr Zinar ê Girê Spî topbaran dikin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber bombebaran dike.

Artêşa dewleta Tirk rojane êrişî gundê Bîr Zinar ê bajarê Girê Spî dike û bi çekên giran topbaran dike. Di encama topbaranê de malên sivîlan tên hedefgirtin û gelek zirarên madî çêbûn.

Jina bi navê Eyşa Mihemed (70) nerazîbûna xwe der barê êrişên dagirkeriya dewleta Tirk de anî ziman û got: “Ev demeke dirêj e bê navber, bi şev û roj gundê me tê bombebarankirin. Em gelek zehmetiyan dikişînin û nikarin debara xwe ya jiyanê bikin. Jixwe berê jî em dizanin rastîya hovîtiya wan. Ji ber ku ev ne cara yekê ye em rastî dagirkeriya wan tên."

Eyşa diyar kir ku niha jî di meha Remezanê de hêzên dagirker nahêlin ew rojiya xwe bi awayekî rehet bigirin û wiha domand: "Hûn dibînin ku çi li mala me kirine, kevir li ser kevir nehiştin. Ev neheqiyek e ku kes qebûl nake lê kes jî dengê xwe ji wan re nake.”

Eyşa Mihemed banga piştgiriyê kir û wiha lê zêde kir: “Banga min ji mirovahiyê û hêzên ku mafan diparêzin; bila van êrîşan bidin sekinandin da ku gel bikare debara xwe bike û bi aramî bijî.”

ANHA


Mijarên Din