Artêşa Tirk gundekî Şengalê bombebaran kir

​​​​​​​Balafirên artêşa Tirk a dagirker gundê Digurê yê Şengalê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Hate zanîn ku di encama bombebaranê de birîndar hene.

Li gorî agahiyên ajansa me ANHA`yê bi dest xistine, beriya niha bi çend kêliyan gundê Digurê yê girêdayî navçeya Sinûnî ya Şengalê ji aliyê balafirên artêşa Tirk a dagirker ve hatin bombebarankirin.

Li gorî agahiyên berdest, di encama bombebaranê de birîndar hene û ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneya Sinûniyê.

(bx)

ANHA


Mijarên Din