Artêşa Tirk gundewarên Minbicê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundewarên rojavayê Minbicê bi çekên giran topbaran dike.

Navenda çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de ji gundên Şêx Nasir û Şiwêha  bi çekên giran rojavayê Minbicê topbaran dike.

Navenda çapemeniyê diyar kir ku topbaran gundê Hemra û bajarokê Erîma yên gundewarên rojavayê Minbicê dike armanc û bajarokê Erîma yê ku tê de şênî hene, tê hedefgirtin.

Navendê diyar kir ku dê detayên topbaranê di demeke pêş de eşkere bikin.

)fr)


Mijarên Din