Artêşa Tirk gundên Şera û Şêrawa topbaran dike-HAT NÛKIRIN

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker gundên Aqîbê, Bênê, Ziyaretê yên navçeya Şêrawa û gundên Şewarxa, Malkiyê, Meranazê û Îrşadiyê yên navçeya Şera topbaran dike.

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên Aqîbê, Bênê, Ziyaretê yên naçveya Şêrawa û gundên Şewarxa, Malkiyê, Meranazê û Îrşadiyê yên navçeya Şera bi dijwarî topbara dike. Her wiha di encama topbaranê de şêniyê bi navê Mehmûd Sîdo Sîdo(Ebû Seydo) birîndar bû ku ji gundê Qitmê yê kantona Efrînê ye û koçberî gundê Aqîbê bûye. Li aliyekî din jî di encama topbaranê de leşkerekî hikumeta Sûriyê jî jiyana xwe ji dest da.

ANHA


Mijarên Din