Artêşa Tirk herêma Barzan topbaran kir: Welatiyek şehîd bû

Di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker a bi ser çiyayê Botê yê herêma Barzan de welatiyê bi navê Kazim Elî şehîd bû.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker çiyayê Botê yê herêma Barzan a bi ser Hewlêrê ve bombebaran kir. Di encama bombebaranê de welatiyê bi navê Kazim Elî yê 50 salî yê ji gundê Pêndiro şehîd bû.

Li gorî nûçeya Rojnewsê Kazim Elî li bajaroka Behirke dijiya.

Her wiha hate ragihandin ku Kazim Elî ji bo komkirina pincar çûye wê herêmê. Ji bo wergirtina cenaze dewleta Tirk destûra 20 kesan daye ku biçin çiyayê Botê.


Mijarên Din