Artêşa Tirk herêmên Zap û Garê bombebaran kirin

HPG'ê ragihand ku balafirên şer ên artêşa Tirk 4'ê Nîsanê bombe li herêmên Zap û Garê barandine. Li gorî daxuyaniyê, ji ber bombebaranê zirar negihîştiye hêzên gerîla.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"4'ê Nîsanê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, saet di navbera 08:00-08:30’an de qada Kinyanişê ya herêma Zapê, saet di navbera 12:00-12:30’an de jî qada Çiravê ya herêma Garê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin. Bombebaranê zerar negihand hêzên me."


Mijarên Din