Artêşa Tirk hewl dide gundên Başûr vala bike

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya firokeyên bêmirov bang li şêniyên gundên devera Sîdekan a ser bi bajarê Hewlêrê ve kir da ku gundên xwe vala bikin.

Dewleta Tirk a dagirker roj bi roj xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike. Hîn jî hikumetên Iraq û Herêma Kurdistanê helwestek li hemberî dagirkeriya Tirk nîşan nedaye.

Artêşa Tirk ji bilî êrîşên ser xelkê Başûr, vê carê bi rêya firokeyên bêmirov bang li xelkê gundên Sîdekanê kir da ku gundên xwe vala bikin.

Li gorî agahiyên ji şêniyên gund hatine wergirtin, dewleta Tirk bi firokeyên bêmirov li gundê Xelîfan bi rêya sîstemeke deng, bi zimanê kurdî bang li welatiyên kiriye da ku gundên xwe vala bikin. Wekî ku di dîmenan de jî diyar e, dewleta Tirk bi firokeyên bêmirov bang li welatiyan dike û dibêje “Ji me dûr bikevin, vê herêmê vala bikin. Ger hûn vê yekê nekin, em ê gule berdin we.”


Mijarên Din