‘Artêşa Tirk kadroyên tenduristiyê dike hedef û nahêle birîndaran derxin’

Ji rêveberên Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê got balafirên artêşa Tirk a dagirker ambulansan dike hedef û derfet nadin ku sivîlan derxin derveyî bajar da ku wan derman bikin.

Ji rêveberên Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê diyar kir ku Nexweşxaneya Roj a li Serêkaniyê piştî derdora nexweşxaneyê ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve hat bombebarankirin, ji xizmetê derketiye. Her wiha tekez kir ku kadroyên tenduristiyê nema karibûn di hundirê wê de bixebitin, ji ber bomebarana ketober a balafirên artêşa Tirk a dagirker.Cemîla got zagonên navdewletî hedefgirtin û topbarankirina nexweşxane, nuqteyên tenduristî û ambulansan red dikin û diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li Efrînê jî erebe, nuqteyên tenduristiyê û nexweşxane kirin hedef û ev titş got:"Endamên me yên kadroyên tenduristiyê şehîd bûn."Cemîla di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Piştî nuqteyên tenduristiyê li hundir û derveyî bajêr hatin topbarankirin, em niha di mal û nexweşxaneyên meydanî de kar dikin. Ambulans nikarin derbasî bajarê Serêkaniyê bibin û birîndaran derxin. Ji ber kadroyên me ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve têne bombebrankirin."Cemîla destnîşan kir ku nuqteyên tenduristiyê yên li dervî bajarê Serêaniyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve îro di saet 07:00`an hat topbarankirin, di encama wê de 4 sivîl birîndar bûn û kadroyên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd ew rakirin, her wiha çend erebe xira bûn.Ji rêveberên Heyvsa Sor a Kurd Cemîla Hemê di dawiyê de bang li civaka navdewletî kir ku tobarana artêşa Tirk a dagirker a li ser sîvîlan bisekinîne, ji ber ku niha karesateke mezin ji ber şer û topbarana artêşa Tirk a dagirker a ketober diqewime û diyar kir ku sivîlên di bajarê Serêkaniyê de banga rizgarkirina wan dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em nikarin wan derxin. Dewleta Tirk a dagirker zagonên navdewletî binpê dike û derfet nade ku sivîlên birîndar derxin."(bx)ANHA


Mijarên Din