Artêşa Tirk li başûrê Kurdistanê sivîlek qetil kirin û zarokek birîndar kirin

Balafirên artêşa Tirk a dagirker êrişî gundekî herêma Şêladizê ya li başûrê Kurdistanê kirin. Di encamê de sivîlek şehîd bû. Heman demê de dema leşkerên Tirk gundê Dayle yê herêma Biradostê gulebaran kirin zarokekî 12 salî birîndar bû.

Vê êvarî balafirên  artêşa Tirk a dagirker êrişî gundên Geliyê Balîndeyan yê li herêma Şêladizê yê li başûrê Kurdistanê kirin. Di encam de li gundê Sêda gundiyek 50 salî şehîd bû.

Ji aliyekî din ve dema leşkerên Tirk gule li gundê Dayle li lûtkeyên çiyayên Katgîn a herêma Biradost berandin, zarokek 12 salî bi giranî birîndar bû.

Xizmên zarokê birîndar Şêrwan Ibrahîm destnîşan kirin ku wan Şêrwan rakirine nexweşxaneya Aştî li bajarê Soran û niha tê dermankirin.

Apê Şêrwan Haşim Ibrahîm got,  Şêrwan di mal de  birîndar bûye.

(şx)

 


Mijarên Din