Artêşa Tirk li Efrînê 4 sivîlên din revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 4 sivîl ji gundê Til Selwer ê Efrînê revandin, her wiha çeteyan agir bi baxçeyekî zeytûnan ê li gundê Birîmce xist.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên der barê sivîlên Efrînê de û binpêkirinên li dijî xwezaya Efrînê û şewitandina wê didomînin.

Çavkaniyan ji gundê Til Selwer ê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyên bi navên Ehmed, Mihemed, Feysel û Mihemed Nûr (paşnavên wan nehatin naskirin) revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Li gorî agahiyan ji Efrînê, artêşa Tirk a dagirker agir bi zeviyên zeytûnan li gundê Birîmce yê navçeya Mabata xist û derfetê nadin ku şênî vemirînin.

Tê zanîn ku artêşa Tirk a dagirker heta niha zêdetirî 14 hezar hektar ji zevî û darên Efrînê şewitandiye.

(bx)

ANHA


Mijarên Din