Artêşa Tirk li kampa koçberên Sûriyê jinek kuşt

Artêşa Tirk a dagirker gule li kampa Sewaid El-Îxaa ya girêdayî Kefir Losîn a li ser sînorê Tirkiyê li aliyê bakurê Idlibê reşandin, di encamê de  jinek koçber hate kuştin û zarokek jî birîndar bû.  

Li ser tora medyay civakî dîmenek, ku tê de zarokek û bavê xwe, ji ber guleyên leşkerên Tirkiyê ku li kampa Sewad El-Îxaa ya li bakurê Idlibê reşandin digirî diyar dibe, belav kirine.

Têkildarî mijarê çavkaniyan tekez kirin ku jina koçber a ji rojhilatê Hemayê ji ber gulebarana artêşa Tirkiyê hate kuştin û zarokek jî birîndar bû.

Heman çavkaniyên diyar kirin, ku leşkerên Tirkiyê guleyan li kampa koçberên ku ji hemû herêmên Sûriyê lê bi cih dibin reşandiye. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev ne cara yekemîne ku koçberên Sûriyê li nêzî sînorê Tirkiyê rastî kuştin û kiryarên dermirovî tên.

(eh/kc)


Mijarên Din