Artêşa Tirk li nêzî navendeke PDK'ê xist

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di saetên êvarî de benzînxaneyeke ya Amêdiyê ya nêzîkî navenda 18’an a PDK’ê bomberdûman kir.

Di saetên êvrarî de balafirên şer ên Tirk benzînxaneya Amdêdiyê ya nêzî navenda 18’an a PDK’ê a li ser rêya Serkinêwan a Dihokê bombebaran kir. Di encama bomberdûmanê de  benzînxane û rê bi tevahî hat xirakirin.

Piştî bombebaranê welatiyên herêmê li cihê bûyerê nerazîbûna xwe li dijî bomberdûmanê diyar kirin.


Mijarên Din