Artêşa Tirk nasnameyên Tirkiyê li efrîniyan ferz dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê nasnameyên Tirkiyê li ser niştecihên resen ên Efrînê ferz dikin. Çavkaniyên ji Efrînê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker şêniyên Efrînê yên resen wek koçberan qeyd dikin.

EHMED REŞÎD / HELEB

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka ku kantona Efrînê dagir kirine, binpêkirinan li ser şêniyên Efrînê pêk tînin.

Nûçegihanên me agahî ji navçeyên Raco û Şeran ên girêdayî kantona Efrînê wergirtin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nasnameyan bi zimanê tirkî ku bi logoyên çeteyan hatine mohrkirin, belav dikin.

Çavkaniyan teqez kir ku artêşa Tirk a dagirker hewl dide wan nasnameyan li şêniyên resen ên Efrînê ferz bike. Ew nasname mîna nasnameyên dewleta Tirk in. Bi vê yekê dixwazin binkeyeke agahiyan têkildarî niştecihên kantonê ava bikin.

Di nasnameyan de şîfreya ewlehiyê heye da ku hemû agahî bi rêya binkeya agahiyan a îstixbaratên navendî (MÎT) werin komkirin. Her wiha da ku zextê li ser niştecihên resen zêde bikin, tevgera wan asteng bikin û ciwanan bibin leşkeriyê. Ev yek jî di çarçoveya siyaseta Tirkiyê û koçberkirin û guhertina demografîk de ye. 

Tê zanîn ku piştî nasname li hemû niştecihên resen ên Efrîn û hemû koçberan werin belavkirin dê hilbijartin werin lidarxistin. Hemû koçberên ku rêjeya wan ji sedî 70 ye, dê dengê xwe di hilbijartinan de bi kar bînin. Bi vê yekê dê hemû meclisên herêmî der barê girtina mal û milkên welatiyan û kesên ku neçarî koçberiyê bûne de, biryaran bidin.

Çavdêran diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker niştecihên resen ên Efrînê (Kurd) wek koçberan qeyd dike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din