Artêşa Tirk navenda tenduristiyê ya Til Ebînê hedef girt

Artêşa Tirk a dagirker navenda tenduristiyê ya gundê Til Ebînê yê bejahiyên rojavayê Helebê hedef girt û di encamê de ziyanên madî gihîştin navendê û milkên sivîlan.

Çavkaniyên ji herêmê ji ANHA’yê re ragihabnd ku 6 moşeke li gundê Til Ebîn ê bejahiya rojavayê Helebê ketine û di encamê de ziyanên madî gihîştin milkên sivîlan.

Heman çavkanî bi bîr xist ku moşek li navenda tenduristiyê ya gund ketiye û ziraên madî çêbûn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din