Artêşa Tirk revandina sivîlan didomîne – Hate Nûkirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê revandina sivîlên li Efrînê didomîne, ji bo berdana wan jî daxwaza fîdyeyê dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihê hatin wergirtin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 welatî ji gundê Çeqla yê navçeya Şiyê revandin. Kesên hatine revandin ev in" Hemza Mûrad Hisên, Ebdurehman Oso û Mustefa Aslan Ebdo".

Çavkaniyan diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker li gundê Avrazî yê navçeya Mabatayê ku piraniya niştecihên wê elewî ne mizgefteke ava kiriye, li şêniyan wê ferz dikin ku di vê mizgeftê de perwerdeyên olî û yek mezheb bistînin.

Her wiha hate ragihandin ku li gundê Kara yê navçeya Bilbilê artêşa Tirk a dagirker şêniyê bi navê Basil Henan Îbiş revandin û ji bo serbestberdana wî 200 hezar lîreyên sûrî ji malbata wî xwestiye. Basil beriya çend mehan hatibû revandin û bi fidiya 150 hezar lîreyên sûrî hat berdan.

Li gundê Îbîdanê yê navçeya Bilbilê jî artêşa Tirk a dagirker 3 sivîl revandin, Alan Elî Îbrhîm, Mihemed Elî Îbrahîm û Şêro Ehmed Îbrahîm revandin. Li gorî zanyaran dagirkeriya Tirk ji her malbatekî 200 milyon lîreyên Sûrî dixwaze.

Her wiha dagirkeriya Tirk li gundê Hiyama yê navçeya Bilbilê Egîd Mihemed Ehmed, ji gundê Qestel Xedreya yê heman navçeyê Sebîr Îbiş yê 70 salî, Abdullah Henan 60 salî, Xebat Henan 24 salî û Ferîd Reşo 45 salî revandin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku aqûbeta kesên hatin revandin heta niha ne diyar e.

Li aliyekî din jî çete û meclisên ser bi dewleta Tirka a dagirker li navçeya Cindirêsê gundê Kefer Sefirê hewil didin dest danin ser zevî û darên zeytûnan ên gundiyan.

ANHA


Mijarên Din

Erdogan dîsa gef xwar