Artêşa Tirk stasyona petrolê kir hedef

Artêşa Tirk a dagirker satasyona petrolê ya Seyîda ya bakurê rojhilatê Tirbespiyê kir hedef, di encamê de şewat pêk hat û stasyon ji xizmetê derket.

Artêşa Tirk di êrîşên xwe yên li ser navçeya Tirbespiyê de deverên sivîlan û navendên aktîv dikin hedef.

Nûçegihanê me ji herêmê diyar kir ku topên dagirkeriyê li girê gundê Til Şeîr ê bakurê rojhilatê  navçeyê û stasyona petrolê ya Seyîda ketin. Ji ber topbaranê şewat derket û stasyon ji xizmetê derket.

Satasyona Seyîda yek ji du stasyonên sereke yên petrolê li navçeyê ye.

ANHA


Mijarên Din