Artêşa Tirk topan li gundên Şehba û Şerayê dibarînin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên kantona Şehba û navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dikin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrişên xwe li ser kantona Efrînê zêde kirine. Di van kêliyan de gundên Medyûnê, Teane, Til Enab, Nêrebiyê, Cebel El-Nayîf, Bêlûniyê, Semoqa, Minix û Bendava Şehbayê tên topbarankirin.

Heman demê gundên Meranaz, Alqemiyê, Malikiyê û Şiwarxa jî dane ber topan.

ANHA


Mijarên Din