Artêşa Tirk zeviyên genim şewitandin

Piştî gulebarana artêşa Tirk li ser zeviyên genim ên şêniyên gundê Qeran ê li bakurê Kobanê, 9 donim zevî şewitî.

Leşkerên artêşa dagirker a Tirk ên li ser sîronê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de bi cih bûne, ji nuqteyên xwe yên nêzî gundê Eşma gule li ser zeviyên girêdayî gundê Qeran ku 20 km li rojavayê bajarê Kobanê ye, reşandin. Di encamê de agir bi zeviyê ket.

Şêniyên gund û yên derdora gund yekser rê li pêşiya gurbûna agir girt, da ku negihîje zeviyên derdorê jî. Nêzî 9 donim ji berhema genim bi temamî şewitî.

Artêşa Tirk di mewsima sala derbasbûyî de li her du kantonên Kobanê û Cizîrê, agir bi gelek zeviyên çandiniyê yên nêzî sînor xistibû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din