Artêşa Wetenî amadekariyên êrîşkirina ‘komên Tirkiye-Qeterê’ dike

Artêşa Wetenî ya Lîbyayê li Terablusê amadekariya êrîşeke berfireh li dijî komên bi desteka Tirkiye û Qeterê dike û bang li ciwanên paytextê kir ku amade bin.

Rojnameya Şerq El-Ewset ragihand ku dibe serokê Artêşa Wetenî ya Lîbyayê Hefter, di rojên pêş de fermana êrîşkirina paytexta Terablusê bide hêzên xwe, her wiha tekez kir ku hemû pêwîstiyên rizgarkirina herêmê ji çekdaran tên dabînkirin.

Têkildarî mijarê çapemeniya girêdayî artêşê ragihand ku artêş amade ye, li benda fermana dawîn in ku dawiyê li komên Tirkiye-Qeterê bînin. Her wiha îşaret bi hêzên girêdayî hikumeta El-Wîfaq kirin ku bi serkêşiya Fayîz El-Sîrac in û Tirkiye palpişta wê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên artêşa Lîbyayê di demên derbasbûyî de, piştî êrîşên dijwar bi hêzên girêdayî hikumeta El-Wîfaq, kampa Yermûk a başûrê Terablusê kontrol kir.

Kapma Yermûk ji girîngtirîn kampên leşkerî yên li herêmê ye, piştî sala 2011`an foca Siwarên Terablusê li wir bi cih bû û paşê artêşa Lîbyayê û hêzên Wîfaqê kontrol kirin û niha jî nîvvala ye.

(eh)


Mijarên Din