Artêşa Yemenê êrişeke Hûsiyan têk bir

Li eniya Qaniya ya bakurê parêzgeha El-Beydaî, artêşa Yemenê êrişeke Hûsiyan têk bir.

Fermandarê Lîwa 117`an Ehmed El-Neqih ragihand ku hêzên artêşê êrişeke Hûsiyan li du herêmên ji eniya Qaniya têk bir.

Ehmed El-Neqih diyar kir ku di rojên dawîn de artêşê hemû tevgerên Hûsiyan dişopandin. Ehmed El-Neqih piştrast kir ku hêzên wan derbeyên giran gihandin Hûsiyan û zerareke mezin çêbûye, her wiha daxuyand ku artêşê karîbû gelek çek û cebilxane bi dest bixe.

El-Neqih ji gelê li herêmên di bin serweriya Hûsiyan de xwest ku zarokên xwe biparêzin û nehêlin bibin qurbanî ji Hûsiyan re û diyar kir ku piranî leşkerên Hûsiyan zarok û qels in.


Mijarên Din