Artêşa Yemenê êrîşa Hûsiyan têk bir

Artêşa Yemenê êrîşa hêzên Hûsiyan li ser cihên wan li eniyên Mirîs û Bacê yên bakur û rojavayê parêzgeha El-Dalî têk birin, her wiha hêzên Hûsiyan êrîşeke bejahî li cihên hêzên Siûdiyê li El-Cof pêk anî

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku artêşa Yemenê li eniya Mûrîs hewldana êrîşa hêzên Hûsiyan li El-Tebê, El-Hemraa, El-Xelil û Hesin Şidad bakurê parêzgeha El-Dalih têk bir.

Artêşa Yemenê û hêzên Hûsiyan li herêma Bacê ya rojavayê parêzgeha El-Dalî li hev da, Hûsiyan careke din hewl da cihên ji dest wan çûne, vegerîne.

Balafirên Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Siûdiyê kombûna hêzên Hûsiyan li midûriyeta El-Hûşa ya bakurê parêzgeha El-Dalî kir hedefa xwe, her wiha li midûriyeta Sinhan û Benî Meter li Senaa kir hedefa xwe û alavên Hûsiyan li midûriyeta Baqim li Sedê rûxand.

Li aliyekî din jî hêzên Hûsiyan êrîşeke bejahî li cihên hêzên Siûdiyê li herêma Sifir El-Henaya li eniya Ham li midûriyeta El-Meton li El-Cof pêk anî, tê de windahî çêbûn li gorî ku Mesîra Net a Hûsiyan ragihand.

(jo)


Mijarên Din