​​​​​​​Artêşa Yewnanistanê asta amadekariyên xwe xurt kir

Li gorî dazgehên çapemeniyê, artêşa Yewnanistanê li gel ku dewleta Tirk plan dike rahênanên leşkerî di herêma di navbera giravên Rodos û Castellorîzo de pêk bîne jî, asta amadekariya hêzên xwe xurt kir.

Malpera Army Voice ragihand ku fermandariya artêşa Yewnanistanê betlaneyên leşkeran di hemû yekîneyan de rawestandin û ji serbazan xwest ku werin ser erka xwe.

Malperê bi bîr xist ku ji ber seferberiya hêzên deryayî yên dewleta Tirk, artêşa Yewnanistanê dest bi xurtkirina amadekariyên xwe kir û ev amadekarî ji roja şemiyê ve berdewam in.

Her wiha melperê îşaret pê kir ku amadekarî bi lez têne kirin, nexasim di nuqteyên hesas de, jê li wîlayeta Affreuse ya nêzî sînorê bi Tirkiyê re.

Tê payîn ku tetbîqatên (rahênan) leşkerî yên dewleta Tirk roja duşemê dest pê bikin. Rahênanên dewleta Tirk wek bersivdayîna lihevkirina xêzkirina sînorên deryayî ya di navbera Yewnanistan û Misirê de pêk tên.

bx


Mijarên Din