Asamne: Di dîrokê de kîna Tirkiyê li hember Kurdan heye

Nivîskarê urdinî Malik Asamne got: “Reftariya komkujî û qirkirinê ya ku Tirkiye di êrişên xwe yên li dijî Kurdên Sûriyê de, ji kînek dîrokî li hember gelê Kurd tê. Enqere her tim di têkiliyên xwe yên siyasî de û berjewendiyên xwe li ser bingeha kîn û metirsiya dîrokî ji gelê Kurd ava kiriye.”

Êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiyên Tirkiyê li ser gelê Kurd berdewam in.

Li beramberî wê bêdengiya navdewletî bi destekkirina êrişa Tirkiyê zirarê dide gelê Kurd. Delîl derketin holê ku dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên qirker de çekên kimyewî yên qedexekirî bikar anîn. Lê li rexma ispatbûna karanîna çekên kimyewî jî heta niha civaka navdewletî ti helwest nîşanî kiryarên Tirkiyê nedaye.

Nivîskar û rojnamegerê urdinî Malik Asamne girêdayê komkujiyên ku Tirkiyê pêk tîne, binpêkirina qanûnên navdewletî û bikaranîna çekên qedexekirî ji ajansa me re axivî.  Asmane got: "Reftariya Tirkiyê di sê aliyan de dîrokî, siyasî û exlaqî tê şîrovekirin. Jêdera êrişa Tirkiyê, ji ber ku ajandeyên Tirkiyê her tim ji gelê Kurd tirsiyane. Ev tişt nayê veşartin û nayê înkarkirin. Enqere hertim ji her projeyek neteweyî kurdî li ser sînorên xwe bi fikar e. Heta ku proje di asta herî kêm a hêviyên Kurdan de be."

Asamne wiha domand: "Ji aliyê siyasî ve, Enqere di têkiliyên û berjewendiyên xwe de li ser bingeha kîn û metirsiya dîrokî li hemberî Kurdan cihê xwe di asta siyasî de ava dike."

Asamne wiha li gotinên xwe zêde kir: "Ji aliyê exlaqî ve, tiştên ku me rêz kirine, me didin pêşiya derbaskirina exlaqî ji dijminahiyê re. Heta bighêje radeya bikaranîna çekên qedexekirî di şerê qirkirin û tunekirinê de."

Girêdayî sedemên bêdengiya NY`î ruxmî delîlên ku reftariya Tirkiyê ya dijminahî îsbat dikin, Asamne ev tişt destnîşan kirin: "Wejdanê navdewletî bi rêya tunebûna dengê civaka navdewletî bi xwe ji holê radibe. Yanî civaka navdewletî ji bo berjewendî û siyasetên xwe dide pêşiya serkeftina mirovî li hember bûyerên ku bi serê gelê Kurd tên."

Nivîskar anî ziman ku êrişên Tirkiyê armanc dikin ku Kurdan di erdnîgariyek teng de dorpêç bike, di erdnîgariyekê de ku Enqere li gorî berjewendiyên xwe pê tehekum bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din