Asayîşa Eyn Îsayê ji bo cejna Qurbanê tedbîrên nû girtin

Bi nêzîkbûna cejna Qurbanê re Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) li navçeya Eyn Îsayê tedbîrên nû yên ewlehiyê girtin da ku rê li pêşiya derketina bûyeran bigire.

Asayîşê ji bo parastinê têkildarî bendên kontrolê yên têketina navçeyê tedbîrên tund girtin.

Ji van tedbîran; kontrolkirina erebeyên derbasî navçeyê dibin û jê derdikevin, her wiha dê heman tedbîr li gund û bajarên Eyn Îsayê jî werin meşandin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Eyn Îsayê Elî Wadî axivî û got ji erka wan a sereke ye ku ewlehî û aramiyê ji welatiyan re mîsoger bikin, lewma hêzên wan ji bo rewşên awarte di amdekariyan de ne.

Elî Wadî soz da welatiyan ku ew ê baş bi erka xwe rabin, bi şev û roj çavdêriya ewlehî û aştiya herêmê bikin û ewlehiyê mîsoger bikin û bang li welatiyan kir ku ji Asayîşê re alîkar bin û li gorî perspektîfan tev bigerin.

Navçeya Eyn Îsayê ji ber ku nêzî herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, xwedî taybetmendiyeke cuda ye, şaneyên veşartî yên artêşa Tirk domdar hewl didin ewlehiya navçeyê têk bibin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din