Asta ku bajarê Minbicê gihaştiyê li kêfa şaneyên girêdayî ajandeyên derve naçe

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi rêya şaneyên xwe yên veşartî hewl didin ewlehiya bajarê Minbicê têk bibin. Hêzên Ewlehiya Hundirîn ji aliyê xwe ve xebatên xwe yên bi armanca tunekirina wan şaneyên veşratî didomîne.

Ji destpêka rizgarkirina bajarê Minbicê ve di 15`ê Tebaxa 2016`an de şêniyên bajêr xwe di nav sazî û komîteyên siyasî, aborî, çandî û xizmetguzarî de bi rêxistin kirin. Piştî demeke kin ji xwebirêxistinkirinê şêniyên Minbicê komîn, meclis, Rêveberiya Sivî û Meclisa Edaletê ava kirin.

Lê ev pêşketin mîna birûskekê ji hêzên mêtinger û çavbirçiyê Minbicê bû. Ew hêz hîna hewl didin bi rêya şaneyên xwe yên veşartî ewlehiya bajêr xirab bikin. Şaneyên veşratî yên dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe nirxên mirovahî avêtin paş xwe û mayîn li bajêr diçînin û teqînên terorîst pêk tînin.

Tevî ku QSD`ê bargeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve tine kir, lê Tirkiyê erka ku bibe peytexta terorê û demara wê girt ser xwe. Tirkiyê Cerablus, Bab û Efrîn dagir kirin da ku ji çeteyên xwe re bike bargeh.

Hêzên ewlehiyê yên bajêr ji bo parastina ewlehiya bajêr, erkên xwe ji bo pûçkirina hewldanên şaneyên veşartî berdewam dikin. Di vir de rola Yekîneyên Antî Teror ên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê di şopandina tevgerên şaneyan û girtina endamên wan de xuya dibe.

Girêdayî mijarê ajansa me hevdîtinek bi du endamên şaneyên veşartî li Minbicê re çêkir. Yekîneyên Antî Teror ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê her du endaman di sûc de girtin. Her yek girêdayî şaneyekê ye. Esad Mehmûd El-Hisên endamê şaneyekê ku mayînan li bajarê Minbicê diçîne û Basil Rehîl El-Xelef erka wî çekan bigihîne şaneyê.

Esad Mehmûd El-Hisên di sala 1983`yan de li bajarê Minbicê ji dayîk bûye. Wek mamoseteyê babeta dîrok di dibistana gundê xwe de Hozan kar dikir. Diçe Lubnanê û heya 15 salan li wir dimîne. Di sala 2011`an de vedigere Sûriyê û carek din li gundê xwe karê xwe yê mamostetiyê careke din. Kar xwe berdewam dike tevî ku xwepêşendanên gelêrî li Sûriyê destpê dikin, lê tev li nabe.

Dema çeteyên DAIŞ`ê bajarê Minbicê û gundewarên wê dagir dikin, Esad tevî bijîşkan û mamosteyan bi zorê li bajarê El-Xefsa tev li dewreya "Şerîetê" dibin heya 15 rojan. Di dawiyê dewreyê de peymanekê mohr dike ku carek din materyalên rejîma Sûriyê xwendin nede û eger kir dê li pêşberî cezaya mirinê be.

Di peymanê de çeteyan kesê bi wan re kar dike li hember du berbijarkan dihêlin yan erê yan na. El-Hisên jî rastî vê hat û karkirin weke mamoste li gel çeteyan erê dike, mehane 150 dolar û lûleyek gazê digire. El-Hisên teqez kir ku çeteyan ji wî xwestine ku materyalên ku berê lê qedexe kiribûn bide şertê ku pirtûk li zarokan belav neke.

Wek mamoste heya 6 mehan li gel çeteyan kar dike. Di pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê de ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve, çeteyên DAIŞ`ê mamosteyan neçar dikin ku tev li wan şer bikin, lê El-Hisên bi hinceta ku hevjîna wî nexweş e û pêwîstiya wî bi emeliyetkirinê heye xwe ji şer dûr dixe. Ji ber ku mîna wan emeliyetkirinê li herêmê tine bûn, çeteyan destur dane wî ku tevî malbata xwe biçe bajarê Reqayê yê ku wê demê di bin tartiya DAIŞ`ê de bû.

El-Hisên heya 3 mehan li Reqayê dimîne û bi xizmên xwe re yên ku Li Minbicê piştî rigarkirinê mane peywendiyê ava dike. Ximzên El-Hisên jê re dibêjîn ku vegere û rewşa xwe ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê re şîrove bike û dê zirar nebîne. Li ser wê diçe El-Xefsa da ku bi rêya qaçeqciyan derbasî Minbica rizgarkirî bibe. Lê li bajarê El-Xefsa yek ji şêniyên gundê wî, El-Hisên nas dike û li gel çeteyan gilî dike ku El-Hisên dê derbasî Minbicê bibe û bireve.

El-Hisên ji aliyê koma çeteyên bi navê "Eniyîn" anku ewlehiyan ve tê girtin û jê hevakriyê li beramberî derbasbûna malbata wî ji Minbicê re dixwazin. Heya hefteyekê li gel wan girtî dimîne û piştî ku daxwaza wan erê dike, hiştin ku derbasî Minbicê bibe. Piştî derbasbûnê zêdetirî 3 mehan çeteyekî bi navê Ebû Umer El-Qendeharî pê re diaxive û jê rewşa bajarê Minbicê pirs dike. Her wiha behsa cilên jinan jî dibe, El-Hisên jê re dibêje ku jin di cilên xwe de azad in.

Ev rewşa bi rêjeya mehê du caran wisa dewam dike heya ku 3 meha derbas dibin. Piştî wê ji El-Hisên dixwaze ku biçe Cerablusê da ku lûleyek gazê bombebarkirî werbigire, lê El-Hisên red dike, ji ber ku li gorî lihevkirinê erka wî tenê agahiyan ji wan re kom bike.

Piştî wê heman çeteyî jê dixwaze biçe gundê El-Himir da ku mayînên di bin erd de derxîne, lê dîsa El-Hisên red dike. Carek din jî jê dixwaze ku mayînên di bin pireya Qereqozakê de hatin veşartin werbigire lê dîsa jî El-Hisên red dike.

Rojekê dîsa çeteyê bi navê Ebû Umer bi rêya telefonê di navbera saet 9:00 û 10:00`an êvarê de pê re diaxive. Bizanabûn Ebû Umer dema telefonê dirêj dike û heya nîv saetekê pê re diaxive. Di dawiya axaftinê de jê re dibêje ku ew ê turikek li nêzî mala xwe bibîne û divê werbigire. Ebû Umer gefan li El-Hisên dixwe ku dê mayînan di navenda mala wî de biçîne, eger vê carê jî xwe bide alî.

El-Hisên dema vedigere mala xwe li gundê Hozan turik dibîne. Di turikê de sê mayîn hebû. Piştre Ebû Umer carek din pê re diaxive û jê daxwaze her sê mayînan li bajarê Minbicê bi cih bike. Girêdayî eyarkirina mayînan Ebû Umer dîmenekê girêdayî wê ji El-Hisên re dişîne û jê re mehekê diyar dike da ku mayînan li bajêr biçîne.

Di roja din de El-Hisên her sê mayînan bi riya servîsê dighîne bajêr. El-Hisên mayînekê dike çopê û bi zanabûn amade nake da ku xwe jê bide aliyekê. Piştre bi Ebû Umer re diaxive û jê re dibêje ku mayîn neteqiya. Ji ber wê Ebû Umer hêrs dibe û jê re teqez dike ku mîna wan mayînan telef nabin.

Çeteyê bi navê Ebû Umer jê dixwaze ku mayînê vegerîne, lê El-Hisên jê re teqez dike Hêzên Ewlehiya Hundirîn dora herêmê girtine û mayîn vedîtine. El-Hisên her du mayînên din li nêzî mala xizmên xwe li Kolana El-Rabte vedişêre. Dema carek din Ebû Umer jê dixwaze mayînên din biteqîne, El-Hisên her du mayînan dernaxîne û heman çîrokê ji Ebû Umer re vedibêje ku nehatin teqandin.

El-Hisên di axaftina xwe de bi Ebû Umer re îdia dike ku wî her du mayîn li ser rêya Heleb danîne lê nehatin teqandin. Ji ber wê Ebû Umer hêrs dibe û têkilî di navbera her duyan qut dibe. Heya ku çeteyê bi navê Ebû Umer El-Qendeharî tê girtin û li ser têkiliya xwe bi Esad Mehmûd El-Hisên re mikur tê. Li ser wê Yekîneyên Antî Teror a Minbicê Esad Mehmûd El-Hisên digirin.

El-Hisên di axaftina xwe de kesên ku bi ajandeyên derve hatine xepandin muxeteb girt û ji wan xwest hişyar bin û bi hêzên ku dixwazin ewlehiya Minbicê têk bibin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin, nayên xepandin. Her wiha bang kir ku kesên din mîna rewşa wî de vegerin aliyên ewlehiyê yên têkildar.

Basil Rehîl El-Xelef li bajarê Babê di sala 1993`yan de ji dayîk bûye û li bajarê Helebê dimîne. El-Xelef wek ajokarê erebeya veguhestina kelûpelan dixebite. Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ji hêla Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve û tunekirina çeteyên DAIŞ`ê, El-Xelef li taxa El-Hezwane ya bajêr bi cih dibe. El-Xelef, çeteyê bi navê Ebû Sabit nas dike. Ebû Sabit madeyên xwarinê ji çeteyên DAIŞ`ê li gundewarê Dêrazorê re dişîne. El-Xelef jî kelûpelan ji Ebû Sabit re peyda dikirin.

Çeteyê bi navê Ebû Sabit ji El-Xelef dixwaze ku demanceya bêdeng jê re ji Cerablusê peyda bike. El-Xelef ajokerekî ku li gel wî kar dikir bi navê Ebû Abdullah ê ji bajarê Cerablusê dişîne da ku demanceyê bîne. Piştî hefteyekê Ebû Abdullah demançeyê ji kesekî ji Cerablusê werdigire û bi rêya dergeha Um Cilûd li beramberî 200 dola Amerîkî derbasî Minbicê dike.

El-Xelef demanceyê werdigire û agahî dide Ebû Sabit û lihev dikin ku dê kesek demance ji El-Xelef werbigire. Wergirtin li nêzî çarxeriya El-Dilo ya bajarê Minbicê pêk tê. Lê beriya ku saetek li ser radestkirinê derbas bibe Yekîneyên Antî Terorê ya Minbicê wî digirin.

El-Xelef diyar ku ew poşman bûye û kiryarên xwe bi xirabkirina malan bi nav kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din