Astana 13 li gel berdewamiya aloziya Sûriyê li dar dikeve

Îro gera 13`an a rêzecivînên Astanayê ya di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de li dar dikeve. Aloziya Sûriyê berdewam e.  Gelê Sûriyê berdêla bi kuştin, koçberbûn û penaberiyê dide.

Îro gera 13`an a rêzecivînên Astanayê bi tevlibûna 3 dewletên (Rûsya, Tirkiye û Îran) ku destwerdana aloziya Sûriyê dikin, lidar dikeve. Ev dewlet xwe bi navê misogerker bi nav dikin. Her wiha şandeyên rejîma Sûriyê û aliyên girêdayî Tirkiyê yên ku navê opozîsyona Sûriyê li xwe dikin, beşdarî Astanayê dibin. Vê carê û ji bo cara yekemîn Iraq û Lubnan wek çavdêr beşdar dibin.

Di gera 13`an de, dê gelek mijar bên nîqaşkirin. Di serî de geşedanên li Idlib, Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di gera Astana ya 13`an de dê civînên du alî û sê alî lidar kevin. Lê civîna sereke dê di 2`yê Tebaxê de li dar keve.

Civînên Astana yên berê yên ku bi sponseriya Tirkiyê, Rûsya û Îranê li dar ketine, Sûriye xiste nav bablîska tundiyê de. Di encamê de bi hezaran sivîl hatin kuştin, bi sed hezaran hatin koçberkirin. Tirkiyê hindek herêmên Sûriyê bi rêya lihevkirinên xwe bi Rûsyayê re li ser hesabê komên ku qaşo xwe bi opozîsyon bi nav dikin, dagir kir. Her wiha rûbera di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de li ser hesabê komên çekdar de zêde bû.

Civînên Astana ..gelo çi bû û serkeftî kî ye?

Astana 1

Gera Astana ya yekem di 23-24`ê Çileya 2017`an de bi çavdêriya Rûsya, Tirkiyê û Îranê wek aliyên navdewletî û herêmî ku hêzên wan ên leşkerî li Sûriyê ne, lidar ket. Di civînê de Tirkiyê, Rûsya û Îranê hegemonî û rolên xwe li ser hev du belav kirin. Di hewldanekê de her sê aliyan ji bo xurtkirina agirbesta di 29`ê Kanûna 2016`an de li hev kirbûn. Çareseriyên ji bo Sûriyê ji hêla her sê aliyan ve hatine pêşkêşkirin, li ser nimuneya Helebê bûn. Tirkiyê komên çekdar ên girêdayî xwe li Helebê firotin rejîma Sûriyê û Rûsya yê. Bajarê Helebê vegerand di bin kontrola Rejîmê. Misogerkerên Astanayê hewl dan nimuneya Helebê li tevahiya bajaran pêk bînin. Di encama civîna yekemîn de Tirkiyê li beramberî Helebê bi erêkirina Rûsyayê Cerablus û Babê dagir kirin.

Astana 2

Gera duyem a Astanayê di 16`ê Sibata 2017`an de destpê kir. Civîn di destpêkê de bi bin ketibû. Şandeya qaşo bi navê opozîsyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê du caran û bi awayekî dereng di dirêjahiya rojekê de hat. Her wiha Tirkiyê nûnertiya şandeya xwe qels kir û li gorî lihevkirina xwe bi çeteyên Cebhet El-Nusra re (Heyet Tehrîr El-Şam niha) nehişt daxuyaniyek hevpar di dawiya gerê de derkeve. Ruxmî ku Rûsya ragihand ku di gera duyem de gihaştine mekanîzmeya çavdêriya agirbestê, lê Rûsya nikarî bighêje armanca xwe ya di tunekirina çeteyên Cebhet El-Nusra de. Ji ber ku Tirkiyê ew biryar red kiribû û desteka wan çeteyan dikir.

Astana 3

Astana 3 di navîna meha Adara 2017`an de li dar ket. Şandeya qaşo bi navê opozîsyonê di destpêkê de civîn boykot kir. Lê piştî rojekê mîna her car beşdar bû. Lihevkirin careke din di navbera Tirkiyê, Rûsya û Îranê de bû. Di dawiya gerê de Îran bi awayekî fermî bû misogerkerê agirbesta li Sûriyê li rex Tirkiyê û Rûsyayê. Da ku hebûna Îranê li ser erda Sûriyê rewa bibe, piştî ku di her du civînên Astana yên berê de hebûna Tirkiyê rewa bû. Ji aliyekî din ve aliyan biryar dan ku komîteyên çavdêrên agirbestê, komîteyên şopandina dosyaya alîkariyan, komîteyên dosyaya esîran û girtiyan ava bikin. Tevî wê jî aliyan avakirina komîteya destûra Sûriyê pêşniyar kir. Ruxmî wê tiştek li ser erdê nehate guhertin. Kuştin, topbaran û birçîbûn berdewam bûn.

Astana 4

Ev civîn di destpêka Gulana 2017`an de li dar ket û tê de aliyan Rûsya, Tirkiyê û Îranê li ser muzekereya lihevkirina herêmên “bêçek” di 4 herêmên Sûriyê de li hev kirin. Lê rijandina xwînê li Sûriyê berdewam kir.

Astana 5

Ev civîn di 4`ê Tîrmeha 2017`an de li dar ket û bê mohkirina tu wesîqeyan bi dawî bû. Peymana avakirina 3 herêmên “bêçek” li parêzgeha Idlib, Hims û Xûta El-Şerqiye bi awayekî demkî hate taloqkirin. Her wiha misogerkerên Astanayê Rûsya, Tirkiyê û Îranê li ser sînorên wan herêman li hev nekirin.

Astana 6

Civîna Astana ya 6 ku di navîna Îlona 2017`an de li dar ket. Berjewendiyên dewletên misogerker pêk anîn. Rûsya karî asta êrîşên komên çekdar li ser hêzên rejîmê kêm bike. Ew ê jî hişt ku Rejîm herêmên nû kontrol bike û dorpêçê li ser herêmên din ferz bike. Tirkiyê bi rêya vê civînê hebûna xwe li ser herêmên Sûriyê ku di Tebaxa 2016`an de dagir kirine rewa kir û her wiha sifeta çavdêr qezenc kir. Ev jî ne li gorî texmînên Tirkiyê bûn. Bi taybet piştî têkçûna destwerdanên wê yên di Sûriyê de da ku timayên xwe pêk bîne. Ji bo Îranê yê ku li rex rejîma Sûriyê şer dikir, êdî hebûna wê li Sûriyê rewa bû. Ji ber ku bi rêya van civînan bû misogerkerê Sûriyê û çavdêrê agirbestê.

Astana 7 û 8

Gera 7 di 30’yê Cotmeha 2017’an de li dar ket. Lê gera 8 di 21’ê Kanûna 2017’an pêk hat. Tu encamên erênî ji wan geran nayên bibîrxistin. Di her du gerên 7 û 8 de nîqaş derbarê mijarên girtiyan û rakirina mayînan de hat kirin. Her sê aliyên civînê derheqê serbestberdana girtî, pevguhartina esîran û gihandina alîkariyan bi awayekî daîm ji şêniyên herêmên dorpêçkirî re li hev nekirin.

Astana 9

Astana 9 di 14’ê Gulana 2018’an de hat organîzekirin. Di vê gerê de jî tu pêşketin û encam bi dest neketin. Aliyên gerê li ser peymanên hatine bibîrxistin li hev nekirin.

Weke her gerên berê Rûsya, Îran û Tirkiyê li ser lidarxistina civîneke din li hev kirin. Ev civîn li ser astek bilind derbarê Sûriyê de, bi tevlibûna qaşo bi navê opozîsyona Sûriyê di Tîrmehê de hat organizekirin.

Astana 10

Ev ger jî di 30’yê Tîrmeha 2018’an de li dar ket. Her sê aliyên destwerdêrên Sûriyê lihev kirin ku alîkariya sûriyan bikin da ku vegerin jiyana xwe ya normal(xwezayî). Dest bi diyalogê bikin da ku alîkariya koçber û penaberan di vegera warên xwe de bikin. Lê tiştek ji van pêk nehat, şer, wêrankirin û koçberkirinê berdewam kirin.

Astana 11

Di 28’ê Mijdara 2018’an de ev ger hat lidarxistin. Ev ger jî bi 2 hevokan tê sojekirin; qedera sûriyan di navbera du aliyan de ma. Ger negihaşt tu encaman. Dihat payîn ku aliyan li ser avakirina komîteya destûrî nîqaş bikira. Lê diyalog di destpêkê de bi sedema nakokiya di navbera Rûsya û Jams Jeffrey de bi bin ket.

Astana 12

Di 25’ê Nîsana 2019’an de gera 12’emîn li dar ket. Di wê gerê de eşkere bû ku rejîm dê êrîşeke leşkerî li dijî Idlibê ya ku tê de çete ji tevahiya Sûriyê kom bûne, pêk bîne. Piştî gera 4’emîn a Astanayê tevahî eniyên şer li dijî Rejîmê bi fermana Tirkiyê rawestîn. Piştre hêzên Rejîmê û Rûsya ji şerê her çar herêmên “bêçek” re vala bûn. Çeteyên ku îmzekirina belgeyên radestbûnê red kiribûn ber bi Idlibê ve hatin şandin û ew jî Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) ya ku di lîsteya terorê ya navdewletî de ye û ji sedî 90’î ya rûpîvana Idlibê serwer dike.

Hikmet Hebîb: Astana wêranî û dagirkeriya herêmên Sûriyê ye, çareserî diyaloga Sûrî-Sûrî ye

Girêdayî mijarê endamê Desteya Hevserokatiya MSD`ê Hikmet Hebîb got: "Ji destpêka lidarketina civînên Astanayê, nêrîna me cuda bû. Ji destpêkê ve ev civîn ne ji bo rawestandina aloziya Sûriyê û rawestandina rijandina xwîna gelê Sûriyê ne. Ev civîn tenê ji bo berjewendiyên dewletên misogerkerên van civînan in.”

Hebîb destnîşan kir ku avakirina herêmên “bêçek” di civînên Astanayê de ji bo ku her sê dewlet Rûsya, Tirkiyê û Îranê herêmên Sûriyê di navbera xwe de parve bikin hate pêşniyarkirin û wiha domand: "Van civînan bi xwe re wêranî û kuştin anî. Bûyerên li Idlibê rû didin encamên Astanayê ne. Astana ji bilî kuştin, koçberkirin û wêranî, tiştek ji gelê Sûriyê re ne anî. Gefên Tirkiyê îro ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, topbaran Rûsya li ser Idlibê, Îran û ajandeyên wê û berjewendiyên hemû aliyan, encamên Astanayê ne."

Endamê Desteya Hevserokatiya MSD`ê Hikmet Hebîb diyar kir ku aloziya Sûriyê û rawestandina rijandina xwîna gelê Sûriyê bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî pêkane. Hebîb got, ew civîn jî berê MSD’ê li dar xistin.

Dîbo: Astana 13 ji bo kontrolkirina ritma nakokiyê di navbera her sê aliyan de li dar dikeve

Girêdayî gera Astana ya 13 ku dê îro li Kazexistanê li dar keve, şêwirmendê hevserokatiya MSD`ê Sîhanok Dîbo got: "Rêzecivînên Astanayê ne ji bo çareseriya aloziya Sûriyê li dar ketin. Ev civîn ji bo diyarkirina erdnîgariyên Sûriyê yên ku bandorên dewletên misogerker Rûsya, Îran û Tirkiyê tê de hene li dar dikevin."

Dîbo destnîşan kir ku eger mirov pêşniyara destûra Sûrî ji civînan derxîne, tiştek Sûrî tê de namîne ku li ser wê danûstandin bên kirin. Dîbo got: “Tevî ku komîte bi xwe tekez dike ku civînên Astana hîmeke girêktir ji aloziya Sûriyê re ye.”

Dîbo tekez kir ku rewşa Sûriyê îro diyar dike ku civîna Astana 13 dê ji yên berê ne cudatir be. Dîbo got: “Tenê ji bo kontrolkirina ritma nakokiyan di navbera her sê aliyan de li dar dikeve. Aliyên Sûriyê yên ku beşdarî  civînê dibin tenê di bin zexta wan dewletan de ne.”

(şx/bm)

ANHA

 

 


Mijarên Din