Astana ya ku Kurd derve girt ber bi bêencambûne ve diçe

Rêzecivînên Astanayê di 30‘yê Kanûna 2016, di bin garantoriya Tirkiyê, Îran û Rûsyayê de, piştî agirbesta navbera rejîma Sûriyê û çeteyên ji aliyê dewleta Tirk de tên destekkirin şunde, destpê kir. Dewletên qaşo garantor heta niha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê negirtiye nava rûniştinan. Lewa jî hemû civîn bêencam mane.

Li civînên Astanayê dewleta Tirk çeteyên ku li Sûriyê sûcên şer kiribûn da rûniştandin, lê yên tenê xwedî modela çareseriyê ne Kurd, nehatin vexwendin. Ev ê jî hişt ku civînên Astanayê bêencam bimîne.

Em kronolojiya civînên Astanayê binêrin:

Di 23‘yê Çileya 2017’an de li paytexta Kazakîstan Astanayê civîna yekemîn hat lidarxistin.   

Yên beşdarî civînê bûne; Sûriye, Tirkiye, Rûsya, desteyên Îran, kom û rêxistinên çeteyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine avakirin û destekkirin, nûnerê taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mîstura jî tevlî bûbû.

Ruxmê ku DYA hat vexwendin jî lê tenê weke çavder beşdar bû.

Rûsya, Tirkiye û Îran ji bo wêneriya agirbesta li Sûriyê, biryara mekanîzmayeke sisê were avakirin dan.

Di tabloya siyasî û leşkerî ya li civîna Astanayê de derket hin nîşaneyên ku wê guhertina hevsengiya bikin.

Dewleta Tirk ya ku her carê gef li rejîma Sûriyê ya Beşar Esad dixwar û her carê hilweşandina wê dianî ziman cara ewil li ser masê bi desteya Şamê re mecbûr ma birûne.

Xala dûyemîn ya girîng; fermandarên çeteyên selefî yên li ser gelê Sûriyê komkujî pêkanîn di van civînan de cih girtin.

CİVÎNA 2’EMÎN A ASTANAYÊ DI 16‘Ê SIBATA 2017‘AN DE PÊK HAT

Yên beşdarî hevdîtinên Astanayê bûne Rûsya, Nûnerên taybet ên Îran û Tirkiyê li gel vana delegeyên hukûmeta Sûriyê û komên çeteyên çekdar ên bi destek Tirkiyê.

Li Astanayê hukûmeta Sûriyê û komên çete yekser hevdîtin nekirin.

Di tora 2. ya Astanayê de komên çete û hukûmeta  Sûriyê agirbesta ku hatibû xirakirin ji bo destekkirina wê bû rojev. Nûnerê taybet ê Sûriyê li gel NY Staffan De Mîstûra tev li hevdîtina nebû. Cara yekemîn Urdûn weke welateke garantor tev li vê civînê bû. Ji bo Rûsya, Tirkiyê û Îranê xaleke avakirina hêzeke bi erk hat qebûlkirin.

ASTANA . 3 Bİ HEVDÎTİNÊN DU ALÎ YA Dİ NAVBERA RÛSYA Û NY’DE 14‘Ê ADARA 2017’AN DEST PÊ KİR

Di hevdîtina de Nûnerên Tirkiyê, Rûsya, Îran, Ûrdûn, DYA û Yekîtiya Ewrupa beşdar bûn.

Çeteyên bi destek dewleta Tirk, hêzên rejîmê yên di bin garantoriya Rûsyayê de ji ber agirbest pêkneanîne kirin hincet û beşdar nebûn.

Hevdîtin jî ji bo bi hêzkirina mekanîzmaya şopandina agirbesta li Sûriyê ya di navbera Tirkiyê, Sûriyê û Îranê de biryar hat girtin.

Piştî civînê nûnerê taybet yê Sûriyê a NY Beşar Caferî daxuyaniyek da, îhlalkirina agirbestê ya hêzên rejîmê înkar kir û ji bo muxalefetê wiha got “ Ev hincetên ji bo beşdarnebûna civînê ye.”

CİVÎNA 4. YA ASTANAYÊ Dİ 3-4‘Ê GULANA 2017’AN DE PÊK HAT

Di rojevê de “herêmên bê pevçûn” hebûn. Lê ji ber Îran di nava dewletên garantor de bû komên çete nerazîbûn li dijî lihevkirinê berteka xwe nîşandan.

Di navbera Tirkiyê, Rûsya û Îranê de; li ser qadên Sûriyê Îdlib, Lazkiyê, Heleb, Hama, Himis, girêdayî Şam’ê herema rojhilatê Xuta, Deraa û Qûneytra ji bo avakirina qadên bê şer hişyarîname hat mohrkirin.

Dewleta Tirk di encamê civîna 4. de li dijî çeteyan êrişên dihatin kirin da rawestandin.

CİVÎNA 5. YA HEVDÎTİNÊN ASTANAYÊ Dİ NAVBERA DÎROKA Dİ 4-5‘Ê TÎRMEHA 2017’ANDE PÊK HAT

Nûnerê Rûs Aleksandir Lavrentîev, diyar kir ku deste û delegeyên aliyan li ser 7 belgeyan lihevkirin e.

Navendên koordînasyona çavder yên "Herêmên bêçek" hat avakirin û belgeyen mijarên bi cihkirina hêzên leşkerî hatin amadekirin.

HEVDÎTİNÊN 6. YA ASTANA Dİ 14‘Ê ÎLONA 2017‘AN DE HAT KİRİN

Yên beşdar bûn; Tirkiyê, Rûsya, Îran, NY, Urdûn, Rejîma Esed û komên çeteyên bi destek dewleta Tirk.

Mijara esasî ya hevdîtinê jî sînorên "herêma bêçek"yê Îdlibê û mijara pêkanîna agirbestê de tiştên werin kirin bû.

Ji bilî vê bi awayeke berfireh cara yekem di hevdîtina Astana ya duyemînde de girtiyên di destê Esed de hatin rojevê ku bi teqez werin berdin û  mijarên radestkirina cenazeyan jî hat dest girtin.

Di vê civînê de ; "herêmên bêpêvçûn" yên li Idlibê werin avakirin. Li gorî encamê hişyarînameya hatiye mohrkirin, ji ber leşkerê Tirk jî wê bikevin Idlibê biryara 500 çavderan Rûsya, Îran, Tirkiyê hate girtin.

Desteya koma çeteyên Tahrîr El- Şam ên xwe li Idlibê bi cih kiriye, gotin vê lihevhatinê qebûl nakin û diyar kirin ku heke mûdaxaleyek dijî Idlibê çêbibe ew ê bersiva van hêzan bidin.

CİVÎNA 7. YA ASTANA Dİ 30‘YÊ COTMEHÊ 2017’AN DE DEST PÊKİR

Mijarên sereke yên civînê: girtiyên di zindanên rejîma Esed de bên berdan, binpêkirinên agirbest ên rejîmê û paqijkirina mayinên li herêmên dîrokî bûn.

Her wiha ji bo alîkariya mirovî di serî de rojhilatê Xuta li herêmên şer lê berdewam dikin were birin.

Di mijarên berdana girtiyan û veguhestina alîkariya mirovî de ji bo herêmên di bin dorpêçê de ne encam nehatin girtin.

CİVÎNA 8. A ASTANA Dİ 20-21'Ê KANÛNA 2017'DAN DE HATE LIDARXISTIN

Di vê civînê de di navbera welatên garantor de ev biryar hatin girtin:

Ji bo pêguhurka dîl ketiyan, serbest berdana girtiyan, radestkirina cenazeyan, tespîtkirina nasnameya kesên winda û cihên dîrokî yên di lîsteya mîrasa çandî ya UNESCO’yê de komên xebatê werin avakirin.

CİVÎNA 9. YA ASTANA Dİ 14‘ê GULANA 2018’AN DE PÊK HAT

Cara yekê desteya Amerîka beşdar nebû.

Mijarên hatin rojevê peydakirina alîkariya mirovî û ji ber şerê heyî mirovên ku xaka xwe terikandine (ango kesên penaber an jî di hundûrê welat de cih guhertine) şert û mercên vegera wan were pêşxistin.

Li ser mijarên serbest berdana rehîneyan û avakirina komîteya destûrabingehîn lihevhatin çêbû.

CİVÎNÊN 10 Û 11 YÊN ASTANAYÊ Dİ 2018’AN DE PÊK HATİN

Di van civînan de, biryara desteyeke 150 kesî ya komîteya destûrabingehîn ya Sûriyê hat girtin.

Hat plankirin ku 100 kes ji rêveberiya Şamê û çeteyên bi destek dewleta Tirk, 50 kes jî ji welatên garantor û nûnerên NY di komîsyonê de cih bigrin.

Rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî komîteya destûra bingehîn nekirin.

CİVÎNA 12. YA ASTANA Di NAVBERA 25-26‘Ê NÎSANÊ DE PÊK HAT

Di civînê de li gel welatên garantor di asta çavder de ji Iraq û Lûbnan’ê jî biryara vexwendina wan hat girtin.

CİVÎNA 13 A ASTANA 1‘Ê TEBAXÊ HAT KİRİN.

Bi danezana encamê civînê vê pêşiya êrîşên 9‘ê Cotmehê ya dewleta Tirk dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat vekirin.

Xala yekemîn ya danezanê wiha bû: “ Welatên garantor ên Astanayê Rûsya, Tirkiyê û Îran hewildanên otonomiya Kurd a li bakur rojhilatê Sûriyê red dikin.”

CİVÎNA 14. YA ASTANAYÊ DI 10-11‘Ê KANÛNÊ DE PÊK HAT

Encamnameya danezana civînêde lihevnehatina aliyan derket pêş. Welatên kaşo garantor Rûsya, Îran û Tirkiyê, “ dilgraniya xwe ya bi hêzbûna hebûna komên terorîst ên li Idlîbê anîn ziman, ji bo qedandina van koman jî diyarkirin ku wê bi hevre tevbigerin.

Di danezana dawiya civînê ya hat xwedin de, hedefgirtina Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê habû. Daxuyaniya ku hat dayîn ; Tirkiyê, Rûsya, Îran li Sûriyê “ hemû pêkanîn û hewildanên xweseriyên dervî qanûna di qada Sûriyê de red dike” hat gotin û bi vî awayî êrişên dewleta Tirk rewa hat dîtin.

Di van daxuyaniya de nerazîbûnên li dijî hebûna DYA‘yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê anîn ziman.

Nûnerê daîm ê NY ê Sûriyê Beşar Caferî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, di meha Sibatê de li Stenbol civîna ku were kirin welatê wî nehatiye vexwendin.

Caferî got, “ Bi Tirkiyê re têkiliyên me yên dîplomatîk nînin. Me venexwendin. Hin jî kismek welatê me di bin dagirkeriyê de ye û li pişt qeyrana Sûriyê jî dîsa ew hene.‘‘

Civînên Astana ku pengavên Rûsya bûn bi rêya van civînan Rûsya û rejîma Sûriyê, çeteyên bi destek dewleta Tirk ji Hama, Deraa, Xuta rojhilat hatin derxistin. Lihevhatinên qirêj bermahiyên van çeteyan hatin derxistin û radestî Tirkiyê kirin û dewleta Tirk jî di serî de Efrîn û gelek bajarên Rojava yên hatin dagirkirin planên bi cihkirina wan hat plankirin.

Encamên girîng yên ku di civîna de derket yek jî serok komarê Tirk Erdogan çeteyên ji destê rejîma Sûriyê rizgarkir ji wana bi navê artêşa niştimaniya Sûriyê artêşek avakir.

Armanc van çeteyan dijî Kurdan bikaranîn û li ser xaka Kurdan bi cihkirinê wana ve binyata demografîk guhertin e.

Bi desteka dewleta Tirk, tavahî cîhan ku wana weke çeteyên selefî yên cîhadîst nas dike û qebûl dike di bin navê ‘muxalif’ de hewil da rewa bike.

Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji sedî 30 xaka Sûriyê bi rêve dibe ji ber zextên dewleta Tirk ji bo civîna nehat vexwendin.

ANHA


Mijarên Din