Astengbûn û azarên koçberiyê

Azarên koçberiyê azarên astengbûnaMûstefa zêde dike. Mustefa bang li rêxistinên mirovî dike ku alîkariyê bidin wî.

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ û Cebhet El-Nusra yên li ser Serêkaniyê, bi hezaran şênî koçber bûn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 60 dibistan li bajarê Hesekê veqetandin û kama "Waşokanî" li bajarokê Tiwêna ava kir.

Ji malbatên hatin koçberkirin, malbata ciwanê bi navê Mustefa Bekir ê astengdar e. Malbata wî ya ji 4 kesan pêk tê li dibistana Eblehed Mûsa ya taxa Nasira ya bajarê Hesekê bi cih bûye.

Mustefa yê 23'yê salî, di lingê xwe de astegdar e ji ber wê nikare bimeşe û ji rêxistinên mirovî hêviya alîkariyê dike.

Birayê Mustefa, Îsmaîl Bekir dibêje "Malbata me ji 4 kesan, 3 ciwan û dê pêk tê. Bavê me ji beriya 7 salan wefat kiriye. Min û birayê xwe li Serêkaniyê mazot difirot. Lê piştî êrişên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra em koçî bajarê Hesekê bûn."

Îsmaîl destnîşan kir ku birayê wî Mustefa 23 salî ye, ji jidayikbûnê ve astengdar e, nikare bimeşe. Rêxistineke herêmî kursiya gerok jê re anî, lê nikare bimeşe.

Bekir got: “Rewşa Mustefa kirîtk e. Bêyî ku em tiştekî bi xwe re bînin ne cil û me jî pêwîstiyên girîng em koçber bûn. Li vir em nikarin bixebitin da ku pêwîstiyên xwe bi cih bînin. Em bang li rêxistin û komleyên mafên mirovan dikin ku alîkariya me bikin."

Mustefa jî bi bîr xist ku ji ber êrişên balafirên dagirkeriya Tirk ên li ser bajarê Serêkaniyê koçberî Hesekê bûn û got: “Em kursiyeke gerok li ser kehrebê û cilan dixwazin. Em dixwazin vegerin mala xwe.”

(bb)

ANHA


Mijarên Din