‘Astengiyên laşî li pêşiya têkoşîna me nabin asteng’

Gaziyên ku beşdarî Kongreya Yekemîn a Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne, tekez kir ku ew ê ji bo avakirina Sûriyeke azad û demokratîk têkoşîna xwe berdewam bikin. Her wiha îşaret bi girîngiya kongreyê di birêxistinkirina têkoşîna gaziyan de kir.

Yekemîn Kongreya Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarokê Rimêlan di roja 2`yemîn de bi beşdariya 143 delegeyan didome.  Armanca wê ku kar û barên gaziyan bi rêxistin bike û rola wan di qonaxa parastin û avakirinê de xurt bike.

Di kongreyê de gelek gaziyên ku beşdarî kongreyê bûne, ji ajansa me re der barê armanca lidarxstina kongreyê de axivîn.

Şervanê bi navê Zagros Helebî ku yek ji gaziyên beşdarî kongreyê bûye, wiha axivî: "Em beşdarî gelek şeran bûn. Me felsefeya azadiyê nas kir. Bi fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan me li ber xwe da. Bi rêya wî fikrî me dîwarê zilmê şikand û me ew zilm ji ser gelan rakir."

Helebî di axaftina xwe de der barê lidarxistina kongreyê de wiha anî ziman: "Lidarxistina kongreyê ji Rojhilata Navîn û cîhanê re îsbat dike ku gaziyên şer ên Sûriyê heta niha li ber xwe didin, xwe ji nû ve bi rêxistin dikin. Ji ber felsefeya me dixwaze ku em her tim xwe ava bikin."

Zagros Helebî got Sûriye ber bi roniyê, civaka azad û aram ve piştî çend salên ji tarîtiyê diçe û wiha lê zêde kir: "Ji ber wê divê em vê jiyana azad bi civakê re pênase bikin. Tişta ku me feda kir bi îradeya me bû û divê em ji nû ve xwe ava bikin."

Zagros îşaret bi girîngiya lidarxistina kongereyê kir û wiha pê de çû: "Ev kongre tê lidarxistin ji bo ji tevahî cîhanê re nirxên bi gaziyan re diyar bike, her wiha ji bo tekez bike ku ew parêzvanên axê ne. Ji ber wan parçeyek ji laşê xwe fedayî rizgarkirina axa welat û civaka xwe kir. Divê em têkoşîna xwe ya fikrî berdewam bikin. Ji ber astengiyên laş tu carî li pêşiya erka parastina civakê û rêxistina wê nabe asteng."

Di dawiyê de Zagros Helebî got lidarxistina kongreyê ji wan re dê bibe srkeftina moralê û erka wan di pêşerojê de ku tev li pêvajoya avakirin, parastin û xizmeta civakê bibin.

Şervanê bi navê Goran Kobanê jî di vê derbarê de wiha axivî: "Ji bo me girîngiya vê kongreyê heye. Hemû gaziyên ji hemû pêkhateyan beşdarî kongreyê bûne. Ev yek hevgirtin û yekitiya pêkhateyan diyar dike."

Kobanê got piştî têkçûna DAIŞ`ê ew ê ji bo pêkanîna armacên xwe, birêxistinkirina civakê û pêkanîna rola wan di avakirina civakeke nû de têkoşîna xwe berdewam bikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din