Astengkirina vegera koçberan...Planeke ji bo dûrxistina êzidiyan ji xaka wan a dîrokî ye

PÎR HEYDER ÊZÎDXANÎ- Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî (PADÊ)

Li ser qirkirina etnîkî ku çeteyên DAIŞ`ê di Tebaxa 2014`an de li dijî êzidiyan pêk anîn, 7 sal derbas bûn. Di encamê de zêdetirî 6 hezar û 400 êzidî hatin revandin û tenê nîvê wan rizgar bûn. Çarenûsa kesên revandî heta niha ne diyar e. Tevî ku xîlafeta DAIŞ`ê têk çû jî û ji ber êrişên wê yên hov nêzî 100 hezar êzidî koçberî herêma Kurdistanê û derveyî welêt bûn. Piştî ku nêzî 6 salan li ser rizgarkirina herêmê re derbas bûn, hikumeta herêma di bin serweriya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi hemû rêbazan hewl dide vegera koçberên êzidî ji Şengalê re asteng dike.

Hikûmet koçberan li gel xwe dihêle û wan neçar dike ku li kampên koçberiyê bimînin. Her wiha heta ku rêveberî û hêzên pêşmergeyan venegerin Şengalê nahêle ku ew vegerin Şengalê û wekî kaxizeke zextê li dijî Bexda û rêxistinên mafên mirovan bi kar tîne da ku ji aliyekî ve armancên xwe pêk bîne û ji aliyekî din ve koçberan keysbaz bike.

Ji aliyekî din ve PDK`ê dibîne ku ger koçberên êzidî vegerin herêmên xwe, dê hejmareke mezin ji koçberên ku li belgeyên wan wekî alîgirên PDK`ê hatine qeydkirin, ji dest bide. Di rastiyê de jî ev yek pêk tê, bêyî ku haya koçberan ji wê yekê an ji alîgiriya partiyê hebe.

Tiştê xirab ku em dikarin behsê bikin ew e ku tiştê PDK`ê dike dikeve çarçoveya berdewamkirina qirkirina êzidiyan. Heke tu bixwazî gel an pêkhateyekê ji çanda wê tecrîd bike û bihêle ku dîroka xwe ya dirêj ji bîr bike, divê tu wan dûrî xaka wan a dîrokî bixî. Şengal wekî navenda giraniya ola êzdiyatiyê li cîhanê tê nasîn, heke êzidî wê wenda bikin dê beşekî mezin ji çanda xwe û mîrasê xwe yê olî jî wenda bikin.

Bi vê rengî, rojane li kampên koçberan kon tên şewitandin û ji ber wê yekê koçber jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî di meha Sibatê de li kampa Bîrsêvê ya li Zaxo şewat derket û gelek kon hatin şewitandin. Di encamê de malbatek ji 4 endaman (bav û sê zarokên xwe) bûn qurbanî. Her wiha li kampan ji ber xirabbûna rewşa derûnî û tenduristî ya koçberan, bi dehan bûyerên xwekuştinê rû didin.

Koçberên li kampên li Dihokê û parêzgeha Zaxoyê jî di nava mercên trajedîk de dijîn. Li wan kampan xizmetên sereke yên jiyanê tune ne. Lê kenalên girêdayî PDK`ê propagandeyê dikin û bi awayekî sîstematîk têkildarî rewşa ewlehiyê li Şengalê nûçeyên derew belav dikin. Bi wê yekê armanc dikin ku tirsê di nava koçberan de belav bikin da ku li kampan bimînin û wan di rewşên wekî hilbijartinana de bi kar bînin.

Êzidî di navbera PDK`ê û hikumeta navendî de mane û temenê siyasetên qirêj ên li dijî wan didin. Ji wan peymana di 9`ê Cotmeha 2020`an di navbera Hewlêr û Bexdayê hatiye pêkanîna de, ku tê de hate gotin divê her du alî bi awayekî hevbeş rewşa ewlekarî û xizmetgûzariyê bi rê ve bibin. Bêyî ku îradeya gelê Şengalê esas bê girtin, ku her du hikumetan dev ji wan berdan û ew di nava pençên DAIŞ`ê de û sûcên dermirovî re rû bi rû hiştin.

Neçarkirina koçberan ku di kampan de bimînin û bêdengiya li hemberî wê yekê, nîşaneya berdewamkirina qirkirina ku çeteyên DAIŞ`ê sala 2014`an li dijî wan pêk aniye. Nexasim ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan gefan li Şengalê dixwe, herî dawî di 22`ê Çileyê de gefa êrişeke yekser li ser Şengalê û dagirkirina wê xwaribû.

Ev ne gefa yekemîn e, balafirên dewleta Tirk ji dema rizgarkirina Şengalê ve zêdetirî carekê êrişî nuqteyên li parêzgehê kirin û rewşeke ne îstiqrara bi xwe re derxist holê. Nexasim ku dewleta Tirk di radeya yekemîn de fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û kesayetên di civaka êzidî de berz wekî “Mam Zekî Şengalî” hedef girt. Bi wê yekê xwest ku wan kesayetan tune bike û wan ji êzidyan dûr bixe da ku siyasetên xwe yên li dijî êzidiyan dewam bike.

Ji lew re, heke em bûyerên 2014`an û gefên dewleta Tirk bi astengkirina vegera êzidyan ji aliyê PDK`ê ve girê bidin, çavdêrên rewşa Şengalê û rewşa êzidiyan bi giştî wê xeteriya li ser hebûna êzidyan li Şengalê û planên ji do dûrxistina wan ji xaka wan tên meşandin, ferq bikin.

(cx)


Mijarên Din