Ava Firatê ziwa û qirêj dibe..rêxistinên parastina jîngehê yên cîhanî bêdeng in!

Bi berdewamkirina siyaseta kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şêniyên gundewarê Kobanê bi gazin in, nexasim ku hin xebat hatine rawestandin û rewşa jiyanî li gundên li ser her du aliyên çem xirab bûye.

Cara yekemîn e ku ava Firatê ewqasî kêm dibe û çem ziwa dibe. Di çend salên borî de jî rêjeya avê kêm dibû lê belê îsal li gundewarê rojavayê Kobanê av vegeriya wekî beriya 20 salan anku beriya ku bendava Tişrînê were avakirin.

Dewleta Tirk ji 27`ê Çileya derbasbûyî ve dest bi kêmkirina para Sûriyê ji ava Firatê bi rêjeyek mezin kir. Ji ber wê yekê rêjeya avê pir kêm bû û bilindbûna wê li bendava Tişrînê gihaşt 4 metreyan.

Kêmkirina avê ya ji hêla dewleta Tirk ve hişt ku bi sedan metre rûberên li qiraxên çem ziwa bibe, her wiha saetên dabînkirina kehrebeyê ji bendavên Bakurê Sûriyê kêm bû.

Li dirêjahiya çem li Sûriyê û Iraqê li her du qiraxên wê bi hezaran gund hene û çem jêdera debara wan gundan bû. Lê belê niha rewş cuda ye, kanalên çem qirêj bûne û rêxistinên parastina jîngehê yên cîhanê heta vê kêliyê destwerdan nekirine.

Xelkê herêmê ji ber kêmbûna nêçîrê, tunebûna kehrebeyê û ziwabûna çêregehan bi gazin in.

Şêniyên hin gundên li ser ava Firatê der barê li ser kêmbûna avê hîn zêdetir, metrisiyên xwe anîn ziman.

şêniyê bi navê Merwan Mehmûd Salih ê ji gundê Boraz diyar kir ku li her du qiraxên çem bi dehan cotkaran erdên xwe ji ava Firatê av didan, lê niha û wekî ku tê dîtin av tune ye û cotkar nikarin bîran bikolin.

Mehmûd  bi bîr xist ku zêdetirî 20 malbatan li gundê wan hene ku debara xwe bi nêçîra masiyan dikir, lê niha av gihaştiye kaniya sereke ya kevn a gundê Boraz ê kevn û bi wê yekê xeteriyeke mezin li ser cotkaran û gel bi giştî çêdike.

Di vê çarçoveyê de Heyat El-Berho ya ji gundê Qemliq got zirereke mezin gihaşt cotkar û masîgiran û çêregehan.

Heyat El-Behro bi bîr xist ku kêmkirina avê hişt ku ji kehrebê, çêregehan, nêçîrê û çandiniyê bê par bimînin û wiha domand: “Ji ber ku me bi ewlehî jiyan dikir, dewleta Tirk şerê me bi pariyê nanê me dike. Gelo çi ji me dixwaze?”

Mihemed El-Elî yê ji gundê Qemliq jî diyar kir ku wî erdê xwe bi ava çem av dida, lê niha av tune ye.

El-Elî wiha domand: "Piraniya şêniyên ku li kêleka qiraxên çem dijîn debara xwe bi nêçîra masiyan û çandiniyê dikin û niha wekî hûn dibînin jiyan hema bêje miriye û kanî ziwa dibe."

Bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên peywendîdar ên parastina mafên mirovan û parastina jîngehê bi xwe re gelek pirsan tîne. Gelo çima li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bêdeng in?

(eh)

ANHA


Mijarên Din