Avahîsazî bi awayekî balkêş li Tirbespiyê pêşketiye

Warê avahîsaziyê li navçeya Tirbespiyê di van demên dawîn de piştî biryara berfirehkirinê bi rêjeya ji sedî 10 û rêdayîna avakirina heta 4 qatan bi awayî balkêş pêşketiye.

Navçeya Tirbespiyê mîna bajarên herêma Cizîrê bibû qurbana siyaseta rejîma Baas. Tevî ku axa wê zinar e ku dihêle gelek qatan tehemul bike, lê rejîmê rê nedida ku zêdetirî du qatan û berfirehiya bi rêya ji sedî 40 ava bibe. Piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê û ragihandina Rêveberiyên Xweser û Sivîl li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pirsgirêka avahîsazî, berfirehkirin û avakirinê li navçeyê bi taybet piştî gelek nirxandinan çareser bûn.

Endizyar medenî û endamê Gerînendeya Fenî ya Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê Ebûd El-Necatî diyar kir ku bi armanca şîrovekirina rewşa avahîsazî ya navçeyê rêzecivîn bi rêveberiya şaredariyan a kantona Qamişlo re li darxistine. El-Necatî wiha got: "Piştî ku Komîteya Herêmî(berpirsa berfirehkirina avahîsazî û rêjeya avakirinê) ya Rêveberiya Şaredariyan a kantona Qamişlo rêjeya berfirehkirinê bi sedî 10 û avakirina 4 qatan erê kirin, kirdaran dest bi istismarkirina erdan ji bo avakirinê kirin."

El-Necatî tekez kir ku Komîteya Herêmî piştî keşfkirina axa navçeya Tirbespiyê û piştî ku tekez bû ku ax ji avakirinê re baş e, ev biryar girtiye. Her wiha destnîşan kir ku rejîmê ji ber armancên siyasî rê nedida şêniyan da ku avahiyan ava bikin.

Girêdayî heman mijarê, ji ber kêmbûna buhaya madeyên avakirinê ji çîmento, hesin û qûm heta nîvê ( Tûra çîmento bi 2 hezar û 700, kîloya hesin bi 375 û her metreyek ji qûm bi 9 hezar lîreyên Sûriyê tên firotin), şênî teşwîq bûn ku avahiyan ava bikin. Ewlehiya ku li herêmê piştî tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve serwer e yek ji sedemên pêşketina warê avahîsaziyê ye.

Pêşketina avahîsaziyê bi awayekî erênî bandor li herêmê kir, sûkên herêmê geş bûn û derfetên kar ji çînek berfireh re di nav civakê de peyad bûn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din