Avakirina Meclîsa Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk

Bi civînekê Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rohilatê Sûriyê avakirina Meclîsa sêyemîn a Rêveberiya Xweser erê kir.

Meclîsa Giştî ya Rêvberiya Xweser îro li Navenda Desteyan a Eyn Îsayê civînek li dar xist. Civîn ji ber avakirina Meclîsa Sêyemîn a sazkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê bike, pêk hat.

Di civînê de hevserokê Rêvberiya Xweser Ferîd Utê, endamên Dîwan û endamên Meclîsa Giştî, hevserokên Meclîsa Rêvber Bêrîvan Xalid û Ebid Hamêd El-Mihbaş û endamên ku xwe ji bo Meclîsa Edaletê hilbijatine, amade bûn.

Dûvre hevserokê Meclîsa Rêvber Ebid Hamêd El-Mihbaş li ser naveroka serdana şandeya Rêvberiya Xweser a ku çûye Fransa axivî.

El-Mihbaş teqez kir ku serdan erênî bû û tê de pir xal hatin nîqaşkirin. Yek ji wan doza girtiyên DAIŞ’ê yên li gel Rêvberiya Xweser in û pêwîstiya avakirina dadgeheke navdewletî ji bona wan bû. Her wiha jî nîqaş li ser pêwîstiya beşdarbûna jinûveçêkirina destûra Sûriyê û fişarkirina li ser Tirkiyê da ku gefên xwe yên derbarê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne bû.

Piştre rêziknameya Rêvberiya Xweser ji hêla endamê Dîwana Meclîsa Giştî ve hate xwendin. Dûre namzetên ku hilbijartine Meclîsa Edaletê, xwe dan nasîn.

Li pey wê jî deriyê dengdanê ji hêla Meclîsa Giştî ve li ser her endamekî/ê ji wan dehan bi awayekî takakesî hate vekirin. Piştî dengdanê  avakirina Meclîsa Edaletê hate erêkirin û ew jî Meclîsa Sêyemîn a Rêvberiya Xweser piştî Meclîsa Giştî û Meclîsa Rêveber e.

Piştî erêkirinê deh endaman sond xwarin da ku dest bi karê Meclîsa Edaletê ya Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Meclîsa Edaletê Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 13 endaman li gorî rêziknameyê pêk tê, lê dengdayîn tenê li ser deh kesan bû. Dûvre dê dengdayîn li ser 3 kesên ku mane bê kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku endamên Meclîsa Edaletê ji pisporiyên wan ên demdirêj di vî karî de heye. Ew jî Etiye Husên Neime, Şêrîn Îbrahîm, Xalid Berces Elî, Nefosa Hiso, Îmad Keraf, Mihemed Deîl, Milim Mihemed, Fayêz Ehmed Bêk, Mihemed Seyêd Dade û Evîn Mihemed Hac Hemo ne.

Ev nav ji hêla komîteya amadekar ve da ku Meclîsa Edaletê bê avakirin hatin pêşniyarkirin û 6 mehan xebat li ser hate kirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din