Ayînên li ziyareta Şêx Yûsif El-Nûranî El-Sefewî dîsa dest pê kir

Piştî 4 salan şêniyên gundê Boz Geyîg û gundên derdorê yên girêdayî bajarê Minbicê li gundewarên bakur û bakurê rojava, ji nû ve vegerîn pêkanîna ayînên ziyareta meqama Şêx Yûsif El-Nûranî El-Sefewî.

Dema DAIŞ’ê herêma Minbicê dagir kir, gor û mezarên olî bi hinceta “kufrê” wêran kirin. Lê li gorî şêniyên gundê Boz Geyîg çeteyên DAIŞ`ê ew hişyar kirine, yan wê gora Şêx Yûsif El-Nûranî rakin an jî wê mizgeftê biteqînin. Ji ber wê şêniyan gora şêx rakir û li erdekî li nêzî meqamê veşart.

Piştî zêdetirî 2 sal û nîv ji rizgarkirina bajarê Minbicê, malbata Al Dada ya ji pêkhateya Tirkmen ku koka wan vedigere Şêx Yûsif El-Nûranî, ji bo restorekirina meqamê daxwazek pêşkêşî Komeleya Tirkmenan û Komîteya Olan ên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê kir.

Daxwaza Al Dada hate erêkirin, li ser wê sûrên meqamê hatin sererastkirin û ji aliyê xedemî ve mîna kehrebe, av û boyaxê hate amadekirin. Gor wek dîrokeke pêkhateya Tirkmen a li herêmê re tê hesibandin.

Ji kevneşopên mezheba sefewî li tevahiya Sûriyê, şênî tevî alên kesk ku nivîsên sembola baweriya sefewî li ser hatine xêzkirin, serdana meqamê dikin. Mêrek ew cawê kesk li xwe digerîne û bêyî ku pêşiya xwe bibine, li ser ritmên def û sirûdên olî dimeşe.

Ji demên berê ve, kesên girêdayî Şêx Yûsif El-Nûranî El-Sefewî ji 15 heya 17`ê Nîsanê serdana meqamê dikin û ayînên baweriya sefewî pêk tînin. Şêniyên herêmê navê gundê Boz Geyîg vedigerînin şaşika ku Şêx Yûsif El-Nûranî datanî ser serê xwe. Şaşik (kofî) ji çermê xezalan û zîv hatiye çêkirin. Bingeha nav tirkî ye û wateya wê ‘xezala boz’ e.

Di 17`ê Nîsanê de bi dehan şêniyên gundê Boz Geyîg û gundên derdorê serdana meqamê Şêx Yûsif El-Nûranî dikin. Her wiha endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê û şandeya Tirkmen ên Girê Spî beşdarî wan bûn.

Zekî Yiha Dada ji şêniyên gundê El-Erûs e. Ev gund Al Dala lê dimînin. Zekî Yiha Dada ji ajansa me re axivî û behsa Şêx Yûsif El-Nûranî kir. Zekî Yiha Dada diyar kir ku şêx Yûsif li ser destê Hecî Bektaşî Welî yê ku li Qonyayê ya li Tirkiyê dima, fêr bûye. Zekî bawer dike ku dema Hecî Bektaş şagirtên xwe li herêmên cuda belav dike, bapîrê wan hatiye herêmê.

Zekî dîroka wefata bapîrê xwe Şêx Yûsif El-Nûranî vedigerîna beriya 7 qirnan (sedsal).

(şx)

ANHA 


Mijarên Din