​​​​​​​Ayşe Acar Başaran: Hikumeta Tirk jî êrişî sîstema hevserokatiyê dike

Parlamentera bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê û berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran daxwaza Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê ya betalkirina sîstema hevserokatiyê şiband siyaseta ku hikumeta Tirk li dijî Kurdên Bakurê Kurdistanê dimeşîne û diyar kir ku di vê qonaxê de yekitî pêdiviyeke girîng e.

Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di civînên yekitiya neteweyî yên bi partiyên PYNK`ê re, xwest ku perwerdeya bi zimanê kurdî bê betalkirin û perwerdeya bi materyalên hikumeta Şamê vegerin û sîstema hevserokatiyê di Rêveberiya Xweser a Demokratîk de bi dawî bibe. Ev daxwaz bûn sedema bertekên partiyên demokratîk ên li parçeyên din ên Kurdistanê jî ku daxwazên ENKS`ê bi armancên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê ve girê dan.

Tevger û rêxistinên jinan ên Kurdistanê dibînin ku daxwaza betalkirina sîstema hevserokatiyê tê wateya bidawîkirina rola jinan di rêveberiyê de. Di demekê de ku ev sîstem ji bo tevahî cîhanê bûye nimûne û heta hin partiyên cîhanê ji ber nêrîn û fikrên ku jin di sîstema hevserokatiyê de zêde dikin, ev sîstem xistine meriyete.

Têkildarî mijarê, parlamentera bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê û berdevka Meclisa Jinan a Ayşe Acar Başaran di hevpeyvîneke li gel ANHA`yê de, daxwazên ENKS`ê yên di hevdîtinên ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî li Rojava de bi kiryarên hikumeta Tirk ên li dijî partiyên demokratîk ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ve girê da ku bi vê yekê hewl dide sîstema hevserokatiyê ya li wê derê pêk hatiye, betal bike.

Ayşe Başaran destnîşan kir ku xebat û têkoşîna ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî di vê sedsalê de pir girîng in. Ji ber ku di vê sedsalê de sîstema li Rojhilata Navîn ji nû ve tê sazkirin, ji lew re girîng e ku gelê Kurd guhertinekê di vê sîstemê de pêk bîne û bibe xwedî biryar û îrade.

Ayşe diyar kir ku divê Kurd yekdest bin û ji bo bersivdayîna desthilatdaran û avakirina jiyaneke nû, biryara wan yek be. Her wiha destnîşan kir ku xebatên ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya kurdî tevî astengiyan jî li Bakur û Rojava berdewam in û tekez kir ku ev gav hêviya pêşerojeke xweş didin gelê Kurd.

Ayşe diyar kir ku xebatên niha ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, girîng û stratejîk in û hêviyê didin parçeyên din ên Kurdistanê. Ji ber ku çarenûsa hemû parçeyên Kurdistanê girêdayî hev in û rastî heman siyasetê tên.

Ayşe di vê derbarê de wiha got: “Hemleyên li dijî Kurdistanê di salên dawî de bi hev re dest pê kirin wekî êriş û dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê, Wargeha Mexmûrê, hemleyên qirkirina siyasî li dijî siyasetmedarên Kurd ên Bakurê Kurdistanê, rûxandina bajaran û tecrîda giran a li ser birêz Abdullah Ocalan. Ev hemû mînak in ku gelê Kurd xwedî heman çarenûsê ye.”

Parlamentera bajarê Êlihê destnîşan kir ku xebatên pêkanîna yekitiya neteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî gelek astengî û destwerdanên hin aliyan tê, ji lew re girîng e ku çareserî ji wê yekê re bê dîtin.

Ayşe wiha domand: “Armanca hêzên cîhanî ew e ku Kurd dijminahiya hev bikin. Ji lew re ew hewl didin ku nakokiyan zêdetir bikin û şerê birakujiyê di nava Kurdan de derxin.”

Ayşe Başaran daxuyand ku sîstema hevserokatiyê ya li Rojava ji bo tevahî cîhanê jî nimûne ye û heta hin partiyên çepgir û demokratîk li gelek welatên cîhanê ev sîstem xistiye meriyete û di sîstema xwe ya rêveberiyê de pêk tînin.

Ayşe got ev sîstem nayê wateya dabeşkirina desthilatê di navbera jin û zilaman de, lê belê ew gaveke destpêkê ya ber bi demokratîkkirina gel û welatan ve ye û wiha domand: “Sîstema rêveberiyê ku tê de mohra jinan tune be, ne sîstemeke demokratîk e.”

Ayşe Başaran her wiha daxwazên ENKS`ê ku hewl dide li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, şibandin zîhniyeta faşîst a hikumeta Tirk ku êrişî hemû azadî, rêxistin û saziyên ku azadiya jinan ji xwe re esas digirin, dike. Mînaka wê yekê jî dagirkirina şaredariyên HDP`ê li herêm û bajarên Bakurê Kurdistanê ye.

Parlamenteran bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê û berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran bang li hemû hêz û partiyên Kurdistanê kir ku ji bin bandora hikumetan û dewletên dagirker derkevin û yekitiya neteweyî ji xwe re bikin derd. Ji ber ku yekitî çareya tekane ya avakirina pêşerojeke nû ya gelê Kurd e.

(cx)

ANHA


Mijarên Din