‘Azadiya’ Erdogan kuştin û talan e

Ezîz Koyluoglu

Azadî çi ye? Kî dixwaze azad bike? Kî dixwaze bindest bike? Ev pirs wan rojan di serê hemû Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Ermen û Çerkezan re derbas dibin. Ne tenê hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê difikirin. Gelên herêmê dema gotinên Erdogan guhdar dikin; kuştin, talan, îşkence, zindanîkirin, koçberkirin, bişaftin, qirkirina gelan û hwd. tên bîra wan. Lê wekî hemû caran, dewleta Tirk a dagirker û bi taybet faşîst dîktator Erdogan wekî hemû deman dest bi derewan kiriye û dibêje “Ez ê azadiyê ji gelê herêmê re bînim” û bi taybet Efrîn, Cerablus, Bab û Ezazê wek mînak dide.

Gelo di rastiyê de li wan herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, çi diqewime? Ji ber ku rojnamevanek bêalî nikare bikeve herêmê, agahiyên zelal ji herêmê nayên wergirtin. Lê gelê herêmê yê koçber bûye, rastiya dagirkeriya dewleta Tirk eşkere dike.

Erdogan çi qas bibêje “Dê azadiyê bîne herêmê” jî gelê herêmê dizane ev gotinên Erdogan tên wateya bindestiyê.

Berî dagirkeriya çeteyan û dewleta Tirk, hejmara Kurdên li Ezaz, Cerablus û Babê ji sedî 40 bû. Yekem siyaseta dewleta Tirk a dagirker li vê herêmê koçberkirina Kurdan û guhertina demografyaya herêmê bû. Ya duyemîn Ereb û Tirkmenên ne li gorî siyaseta wan jî bi tehdîta kuştinê, girtina bi ser malan de û revandinê dan koçberkirin. Kesên ji derve wekî Ûygûrî, Qafkasî û komên Selefî derbasî herêmê kirin. Niha kesên bi rastî Ezazî, Cerablûsî, Babî çi qas li herêmê mane, baş zelal nîn e. Lê li gorî daneyên di dest de, ji sedî 40 jî nemane. Dewleta Tirk a dagirker ji bo gelê Ereb Bab, Cerablûs, Ezaz ji kuştin, belengazî, îşkence, koçberî, feqîrî anî. Gelê herêmê niha di bin zilma çeteyan de dinale. Çeteyan bes bi talanê, bi revandina mirovên bêsûc û fîdyegirtinê, xwedî dikin. Rojane çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bo berjewendiyên xwe şerê hev dikin û bi dehan sivîlên herêmê dibin qurbaniyên wan şerên çeteyan.

Ya herî balkêş jî gotinên faşîst dîktator Erdogan in ku dibêje “Ez ê Kurdan azad bikim”. Ev pêkenokek e. Dewleta Tirk a dagirker li bakurê Kurdistanê ji roja ava bûye heta niha li dijî Kurdan komkujiyan pêk tîne, zimanê kurdî heta niha qedexe ye, kesên dibêjin ez Kurd im, li kolanan tên kuştin. Kesên li ser navê Kurdan siyasetê dikin, bi salan tên zindanîkirin. Tirkiye di bin dîktatoriya Erdogan de îro ji bo Kurdan bûye wek zindaneke fireh. Ne tenê Kurd, hemû kesên siyaseta Erdogan a dîktatoriyê rexne dikin, an ji neçarî ji Tirkiyê direvin an jî tên girtin. Îro ji bo kesên azadîxwaz Tirkiyê bûye cihekî ku mirov nikarin lê bijîn.

Ne tenê ji bo Kurdên li bakurê Kurdistan û Tirkiyê dijîn, dewleta Tirk a dagirker ji bo Kurdên cihanê jî wek tehdîteke mezin e.

Berî dewleta Tirk a dagirker Efrînê dagir bike, li Sûriyê cihê herî aram Efrîn bû. Bi hezaran koçberên ji Şam, Himis, Hema, Helebê xwe li Efrîn girtibû û jiyana xwe di nava aramiyê de derbas dikir. Ne tenê aramî, rewşa gel dîwarê aboriyê de jî her roj baştir dibû û bi sedan kargeh hatibûn vekirin.

Dewleta Tirk a dagirker berî Efrînê dagir bike, bi heman gotinan derket pêş. Got “Ez ê gelê Efrînê azad bikim”. Niha li Efrînê, Efrînî nemane. Yên mane jî wekî dayika Foza Reşo dibêje; ji ber pereyên wan tune ne, nikarin derkevin. Dewleta Tirk ne tenê li dijî partiyek an jî fikrekê, li Efrîn li dijî hemû Kurdan siyaseta qirkirinê dimeşîne. Li gorî li herêmê tê gotin, dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ne Apocî hişt ne jî Barzanî hişt. Dîmenên talana Efrînê niha jî li ber çavên me ne. Berî dagirkeriya dewleta Tirk, Efrîn ji sedî 90 Kurd bû. Lê niha ji sedî 5 jî li Efrînê Kurd nemane. Li gorî daneyên Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê 350 hezar Kurd ji Efrînê hatine derxistin.

Çîroka Erdogan a “azadiyê” ji gelên resen ên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan, Aşûr, Ermen, Çerkez re tê wateya kuştin, talan, îşkence, koçberiyê. Êdî gelên herêmê ji wan çîrokan bawer nakin û dibêjin na ji dagirkeriya dewleta Tirk re.  

ANHA