‘Azadiya Ocalan kilîta çareseriya krîzên Rojhilata Navîn e’

Nivîskar û lêkolîner Biradost Mîtanî got "Tunebûna ronakbîrîya Ocalan di çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn de tê wateya berdewama şer û wêraniyê." Mîtanî anî ziman ku azadiya Ocalan rêya tekane û kilîta çareseriya krîzên herêmê ye.

Desthilata Tirkiyê ferzkirina tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de didomîne. Ruxmî pêkhatina hevdîtinan ji parêzer û malbatê re, lê desthilata Tirkiyê tecrîd bi temamî bi dawî nekiriye.

Di hevdîtinên hindik de yên ku di vê dawiyê de pêk hatine, Ocalan gelek name girêdayî rêbazên çareseriya dozên herêmê û rûniştandina ewlehî û aştiyê şandin.

Girêdayî sedemên berdewama tecîdê û girîngiya fikr û perspektîfên Ocalan ji bo çareserkirina dozên Rojhilata Navîn nivîskar û lêkolîner Biradost Mîtanî ji ajansa me re axivî.

Di destpêka hevdîtinê de Mîtanî got: "Girtina ronakbîr Ocalan lekeyeke şermê ye li ser eniya rêxistin, pergal û hikumetan. Her wiha jî ne li gorî qanûnên navdewletî ye."

Mîtanî destnîşan kir ku pergalên Rojhilata Navîn û cîhanê tevî hindek desthilatdariyan û nîjadperestiyan ên ku li dijî mafên gelan û demokrasiyê kar dikin, Ocalan dîl girt.

Mîtanî bal kişand ser sedema girtina Ocalan û got armanc ji girtina Ocalan ew e ku fikra wî ya rewşen negihîje gelê Kurd di tevahiya Rojhilata Navîn de û wiha got: "Bi dîlgirtina Ocalan re hewl didin fikrên wî yên bi tevahiya zanyariyên wêjeyî, mirovî û zanistî zengîn e, biçewisînin. Ji ber ku serok Ocalan kaniya fikr û zanistê ye."

Mîtanî diyar kir  ku sedema din a dîlgirtina Ocalan û girîng, ew e ku pergalên serdest naxwazin ewlehî û aştî li herêmên ku di nav şer û krîzan de ye belav bibe û wiha pê de çû: "Bi dîlgirtina Ocalan re kilîta çareseriya krîzên Rojhilata Navîn digirin. Tevî ku Ocalan 20 sal e di girtîgeha Îmraliyê de ye û dûrî bûyerên ku di civakê de rû didin, lê bi têgihîştin û fikrên xwe yên pêşketî îsbat dike ku ew mirovê çareserî, dîplomasî ye, mirovê diyaloga li ser maseyê ye da ku bi vîneke xurt aloziyên herêmê çareser bikin."

Di berdewama gotinên xwe de Mîtanî wiha got: "Vedîtina çareseriyan ji dosya û şerên Rojhilata Navîn re ne li gorî berjewendiyên desthilatdarî û pergalên nîjadperestî ne. Belavbûna zanistê di nav gelên herêmên me de nakeve xizmeta berjewendiyên wan. Ji ber wê pergalên faşîst li hev kir da ku rêgez, fikr û felsefeya Ocalan ji gelî wî qut bikin."

 ‘Tunebûna Ocalan di çareseriya nakokiyan de tê wateya berdewamkirina şer’

Mîtanî destnîşan kir ku Ocalan di nameyên xwe yên dawîn de tekez kir ku dikare di hefteyekê de aştiyê bi dewleta Tirk re pêk bîne.

Mîtanî wiha axivî: "Berdewamkirina dîlgirtina Ocalan li ser pêşeroja gelên herêmê xeternak e. Li gel şerê demdirêj ê herêmê xetereya herî mezin jî û ya tekez windakirina çareseriya siyasî ye. Ocalan di tevahiya nameyên xwe de tekez dike ku ew amade ye bi pergala Tirkiyê re ji bo çareserkirina doza Kurd û pêkanîna demokrasiyê li welêt bikeve diyalogê. Her wiha karîn û jîrbûna xwe ji bo vedîtina çareseriyekê ji Sûriyê re bi giştî û Rojava re bi taybet îsbat kir."

Mîtanî wiha domand: "Tunebûna ronakbîr Ocalan di çareserkirina krîz û aloziyên domdar ên Rojhilata Navîn de tê wateya berdewma şer û wêraniyê.  Serbestberdana wî ji me re wek rêyeke tekane û kilîta çareserkirina tevahiya krîz û nakokiyan di navbera gelên Rojhilata Navîn de dihesibînin."

Di dawiyê de Mîtanî tekez kir ku pêwîst e tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe da ku rola xwe ya girîng di çareserkirina pirsgirêkên herêmê de bilîze.

(şx)

ANHA


Mijarên Din