Azarên koçberan bi dawî nabin

Ji ber şertên madî yên dijwar nikare niştergeriyek pêwîst ji keça xwe çêbike. Dayîk dibêje “Keça min bi hewcedariya niştergeriya dil û vekirina damaran e lê şertên min ên madî nahêlên em niştergeriyê jê re çêkin.”

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên domdar li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 300 hezar sivîl ji warên xwe koçber bûn û li herêmên ewle yên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de bi cih bûn. Piraniya wan koçberan di navendên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê de vekirine dimînin, tevî Kampa Waşûkanî ya ku bi 12 km li rojavayê bajarê Hesekê ava bûye. 

Ew koçber di navendan û kampê de ji ber tunebûna rêxistinên navneteweyî, bi rewşên mirovî yên giran re rû bi rû dibin. Gelek nexweşî di nav wan de belav bûne lê ji ber rewşên madî yên dijwar nikarên nexweşiyên xwe derman bikin.

Koçbera bi navê Xatûn Necîb ji şêniyên bajarê Serêkaniyê ye, niha tevî malbata xwe li navendekê li Hesekê dimîne. Xatûn dibêje: "Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê Artêşa Wetenî ya Sûriyê  em ji warên xwe koçber bûn."

Hevserê Xatûnê Mihemed Musa jî got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê malên me wêran kirin û hemû milkên me talan kirin. Ji ber hebûna wan çeteyan em nikarin vegerin. Cîranek min ku li herêmê me ye, got çeteyan tiştek li mala min nehiştine û piştî talankirinê mala min dane ber agir."

Azara malbatê piştî alozbûna nexweşiya keça xwe ya 9 mehî zêde bû. Ew bi hewcedariya niştergeriyekê ye. Divê ev niştergerî li Şamê çêbe. Girêdayî wê Xatûn got: "Rewşa me li vir hinekî baş e. Lê keça min Sêvîn a 9 mehî di dil de nexweş e û pêwîstiya wê bi niştergeriya dil heye. Bijîşkan got divê li Şamê were dermankirin. Lê ji ber ku rewşa me ya madî dijwar e, em nikarin niştergeriyê çêkin. Şêniyên li vir ji bo rêwîtiyê pere ji me re kom kirin."

Xatûn wiha domand: "Em çûn Şamê û me keça xwe derman kir, lê me nikarî niştergeriya vekirina damaran jê re çêkin, ji ber ku lêçûnên wê gelek buha ne. Lêçûna wê niştergeriyê zêdetirî 2 milyon û 500 hezar e. Lewre bê çêkirina niştergerî em vegerîn."

Xatûn diyar kir ku nexweşxaneya li Şamê ji bo çêkirina niştergeriyê demek diyar kiriye. Ew dem di meha 7`an de ye. Lê bijîşkên li vir tekez dikin ku dem teng e û divê niştergerî di zûtirîn demê de çêbe.

Hevserê Xatûn Mihemed Musa got ew dixwaze vegere mala xwe û bal kişand ser şertên dijwar ên koçberan di nav kamp û navendan de û got: "Tevî şertên jiyanî yên dijwar em ê berxwedanê heya rizgarkirina bajarê xwe ji dagirkeran berdewam bikin. Em dixwazin di zûtirîn demê de vegerin warên xwe. Lê bi hebûna wan çeteyan re em nikarin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din