Azarên koçberan zêde dibin

Şêniyên Serêkaniyê yên ji ber êrîşên dewleta dagirker ji warên xwe koçber bûne û li kampa Waşûkanî dimînin, ji ber nebûna alîkariya navnetewî di rewşên giran re derbas dibin. Koçberan gotin: “ “Artêşa Azad” milkên me talan kirin û piştî dagirkirinê me ji malên me derxistin."

Li gorî Komîteya Karûbarên Rêxistinan a Cizîrê di encama êrişa dewleta Tirk a domdar de 300 hezar sivîl ji warên xwe koçber bûn, 478 sivîl di nav de jin û zarok hatin kuştin û hezar û 70 sivîlên din birîndar bûn.

Rêveberiya Xweser, Kampa Waşûkanî ya bi 12 km li rojavayê bajarê Hesekê ava kir. Niha tê de zêdetirî 7 hezar û 500 koçber dimînin. Koçber li gel tunebûna rêxistinên xêrxwaziyê û mirovî di şert û mercên dijwar re derbas dibin.

Bi hatina zivistanê û barîna baranê re li gel kêmasiyên di madeyên germkirinê, madeyên xwarinê ji zarokan re mîna şîr û gelek pêdiviyên din azarên koçberan zêde dibin.

Şêniyên ji  gundên Serêkaniyê koçber bûne û di kampê de dimînin behsa azarên xwe di nav kampê de di vê zivistanê de kirin.

Alya Bedir ji şêniyên gundê Lîlan ê girêdayî herêma Serêkaniyê ye. Alya got: "Ji ber ku Artêşa Azad û artêşa Tirk a dagirker derbasî herêmên me bûn em ji malên xwe koçber bûn."

Alya destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji sivîlan dixwestin ji malên xwe derkevin û got: "Artêşa Azad milk û malên me talan kirin û piştî ku herêmên me dagir kirin em ji malên me derxistin."

Alya diyar kir ku ji zêdetirî mehek û nîv di nav kampê de dimînin û gelek kêmasî di pêşkêşkirina pêdiviyan de mîna cil, şîr û gelek kelûpelên din.

Koçbera bi navê Xedra Musa Diyab a ji herêma Rîhaniyê ya ku artêşa Tirk a dagirker dagir kiriye dibêje: "Em ji warên xwe hatin koçberkirin. Artêşa Azad milkên me talan kirin û tiştek ji me re nehiştin."

Xedra Diyab bang li Rêveberiya Kampê kir ku konek nû ji wan re peyda bikin ji ber ku niha di bin konê pêşwazîkirinê de ye.

Helîma Xelîl ji şêniyên bajarê Serêkaniyê ye û ew jî li kampê dimîne. Helîma dibêje: "Artêşa Tirk a dagirker malên me wêran kirin, em dan koçberkirin û niha rewşa me di nav kampê de gelek dijwar e. Kêmasî di betanî, madeyên xwarinê yên zarokan, amûrên germkirinê û kehrebeyê hene. Zarokên me ji ber sermayê dimirin."

Helîme hêvî kir ku herêma Serêkaniyê rizgar bibe û vegerin warên xwe.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din