Babacan dema ragihanda partiya xwe eşkere kir

Cîgirê serokwezîrê berê yê Tirkiyê Alî Babacan dema ragihandina partiya xwe ku dê pêşbaziyê bi AKP`ê re bike, eşkere kir û got dê partî beriya  sala 2020`an ava bibe.

Alî Babacan ji Tîrmeha derbasbûyî ve ji ber nakokiyên bi rêveberiya AKP’ê û serokê wê Recep Tayyîp Erdogan re îstîfa kir.

Babacan yek ji endamên damezirîner ê AKP`ê ye û erka wezîriya aboriyê û ya derve girtibû û piştre bû cîgirê serokwezîr.

Babacan ku ji rojnameyeke herêmî re axivî, got ew ê partiyeke nû di dawiya vê salê de ava bike da ku li pêşiya AKP`ê bisekine. Babacan wiha got: “Ji bo rêveberiya partiya nû kar dewam dike, wê hinek dem bixwe. Em dixwazin beriya 2020’an partiyê ava bikin.”

(kc)


Mijarên Din