Bakur rojavayê Sûriyê: Di şerên di navbera rêjîmê û çeteyên Tirkiyê de leşkerên Tirk hatin kuştin

Rêjîma Sûriyê baregeha leşkerên Tirk li bajarokê Şêrmexarê kirin hedef di encamê de hejmarek leşkerên Tirk hatin kuştin. Her wiha şer di navbera rêjîma Sûriyê û çeteyên Tirkiyê de li gundên Merenaz û Msalîkiye yên li kantona Şehbayê li bakurê Helebê, piştî êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê destpê kir.

Çavkaniyek ji parêzgeha Idlibê ragihand ku baregeha leşkerên Tirk a li bajarokê Şêrmixarê li çiyayê Şehşibo ya gundewarê bakurê Hemayê ji hêla rêjîma Sûriyê ve hatiye hedefgirtin. Çavkanî destnîşan kir ku di encamê êrîşê de 2 leşker hatin kuştin û 8 din jî birîndar bûn. Ji aliyekî din ve dagirkeriya Tirk kuştî û birîndarên xwe bi riya hehîkopteran veguhestin Tirkiyê.

Ji aliyekî din ve herêmên cuda yên her du parêzgehên Hemayê ya bakur û Idlibê bakurê Sûriyê rastî topbarana dijwar ji hêla balafirên Rûsya û topavêjin rêjîma Sûriyê tên. Li gel metirsiyên li ser jiyana hejmara zêde ya sivîlan, piştî ku di encama lihevkirina Tirkiyê û Rûsyayê de ji El-Xûta û Deraa ber bi wan herêman ve derketine.

Çavkaniyekî agahdar destnîşan kir ku 30 gundên di navbera herêmên bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam û Tirkiyê ji aliyekê ve û hêzên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê de ji aliyekî din ve, ji sivîlan hatine valakirin.

Hindek çankaniyên din ragihandin ku di encama topbaran rêjîm û Rûsyayê de li herêmên cuda yên Idlib û Hemayê îro 12 sivîl hatine kuştin.

Li ser aliyek din rêjîma Sûriyê nuqteyên Tirkiyê û çeteyên wê li gundê Miryemînê yê girêdayî Kantona Efrînê bi topan bomebaran kir, beyî ku encama topbaranê bê zanîn.

Topbaranê rêjîmê li ser gundê Miryemînê pêk hat, piştî ku çeteyên Tirkiyê hewl dan derbasî her du gundên Malîkiye û Merenazê bibin. Piştî berxwedana hêzên rêjîma Sûriyê çeteyên dagirkeriya Tirk piştî ku gihaştibûn mizgefta gund, neçar man ji gund vekişin.

Girêdayî vê çavkaniyek ragihand ku mayînek bi dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dora gundê Merenazê teqiya, di encamê de herî kêm 10 çete hatin kuştin.

Beriya ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê derbasî gundên Malîkiye û Merenazê bibin, bi dijwarî bajarokê Til Rifetê û dora wê topbaran kirin. Li bajarokê Til Rifetê hejmarek mezin ji şêniyên Efrînê yên ku neçar mane di encama dagirkeriya Tirk de ji warê xwe derkevin dimîne. Girêdayî wê nûçegihanê me ragihand ku topbaran yekser deverên ku sivîl lê hene kir hedef.

(şx)

ANHA


Mijarên Din