‘Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêya tekane ya çareseriya aloziya Sûriyê ye’

Serokê Hevalbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê yê şaxê Tebqayê Selam Hisên got, aloziya Sûriyê aloziyek siyasî ye û wiha axivî: “Divê berbijerkên leşkerî yên ku tevgera aştiyane berovajî dikin, werin dûrxistin. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêya bidawîbûna aloziya Sûiyê ye.”

Serokê Hevalbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê şaxê Tebqayê Selam Hisên girêdayî girîngiya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê ji ajansa me re axivî:

‘Tevgera aştiyane veguherî tevgerek çakdarî ya radîkal û tundrew’

Hisên di destpêka axaftina xwe de got: “Çareseriya aloziya Sûriyê bi çareseriya leşkerî ne pêkan e. Ya ku alozî girêktir kir,  bikaranîna çekan a ji aliyê opozîsyonê û veguherandina tevgera aştiyane ya şoreşgerî ber bi tevgerek çekdarî ve ye. Opozîsyonê ev tevger bi ajandeyên derve yên dewletên herêmî ve girêda û ji xwe re fikrên radîkal ên tundrew kir bingeh. Di encamê de aloziya Sûriyê kurtir bû. Komên tunedrew ên mîna DAIŞ, Cebheta El-Nusra û “Artêşa Azad” derketin. Ev kom hemû fikre radîkal û neqebûlkirina aliyên din diparêzin. Di dawiya 2011`an û destpêka 2012`an de tevgera aştiyane veguherî tevgerek leşkerî. Avakirina “Artêşa Azad” hate ragihandin û şer li ser qadên sînordar destpê kir. Di meha Adarê de piştî ku rêjîma Sûriyê çekên giran û topavêj bi karanî, di destpêka Nîsanê de jî balafir bi kar anî. Vê yekê alozî kûrtir kir.”

‘Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêya bidawîbûna aloziya Sûriyê ye’

Hisên diyar kir ku piştî têkçûna DAIŞ’ê, cihê siyasî yê  herêmê di qadên navdewletî de çê kir û wiha pê de çû :” Ji ber wê civaka navdewletî neçar man ku carek din siyasetên xwe yên li herêmê di ber çavan re derbas bike. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber xwezaya ciherengiya xwe ya çandî û siyasî veguherî nuqteyek ku bala tevahiya hêz û tevgerên demokratîk dikişîne. Ev jî dibe sedema ku hemû hêz zexta xwe li ser desthilatdariya Sûriyê û diyaloga heyî bikin. Rêya çareserkirina aloziyê bi rêya aliyên ku misogerkerên aliyên nakokin ne pêkan e. Mîna Rûsyayê, divê Rûsya rûniştina Sûriyê li ser masê mîsoger bike. Ne şert e ku diyaloga Sûrî-Sûrî li Şamê be, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dibe."

‘Divê hişmendiya bingeha desthilatdariyê were guhertin’

Hisên bal kişand ser nêrîna Rêjîmê ya siyasî, bi taybet piştî pêşketinên wî ji aliyê leşkerî ve bi desteka Rûsyayê û got: "Rêjîma Sûriyê piştî pêşketinên ku li ser komên çekdar bi dest xistin, baweriya wî ji xwe zêde bû. Rêjîm texmîn dike ku dê karibe xwe ji nû ve ava bike û rewşê vegerîne beriya 2011`an. Lê divê Sûriye hişmendiya xwe biguhere û deriyên dîplomasiyê ji hemû aliyên Sûriyê re veke. Piştî wê dê makenîzmeya çareseriyên guncaw werin peydakirin û gelê Sûriyê ji vê tradejiyê xilas bibe."

‘Amadekirina destûrê bitevlibûna tevahiya aliyan, deriyê derketina ji aloziya Sûriyê ye’

Girêdayî amadekirina destûra Sûriyê ya nû, Hisên destnîşan kir, QSD`ê tevahiya astengiyên ku li pêşiya vê gavê dibûn bend rakirin û wiha pê de çû: "Ji bo bidawîbûna aloziya Sûriyê bi rêya çareseriyên siyasî yên nû pêkan e. Divê hemû aliyên Sûriyê li ser maseya diyalogê rûnin. Hinek aliyan ji ber hinceta terorê xwe nêzî çareseriya siyasî nedikirin. Lê piştî ku QSD’ê teror têk bir, hemû bendên li pêşiya rêya çareseriya aloziya Sûriyê rabûn.”

Hisên gotinên xwe wiha berdewam kir: “Di kongreya neteweyî ya Sûrî ku li Soçiyê di Çileya 2018’an pêk hat de, erka avakirina komîteyekê ji bo amadekirina destûra nû dan, De Mistura. Şandeya neteweyî ya taybet navên kesên ku dê beşdarî komîteyê bibin ji her du aliyan Rêjîm û opozîsyonê wergirt.”

Di 18`ê Sibatê de hevserokê MSD`ê Riyad Dirar bi telefonê ji Ereb Nêt re axivî û got: "Opozîsyona Sûriyê heman rêbaza Rêjîmê bi kar tîne û biryaran bi xwe digire.  Îdiaya wê ku ew nûnertiya gelê Sûriyê dike. Ev heman hişmendiya Baas nîşan dide. Rêveberiyên Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê desteka nêrîna xwe bike. Di pêvajoya bê de dê pêşketineke mezin di aliyê siyasî û doplomasî de rû bidin.”

Di dawiyê de Hisên got: "Di destûra nû de divê mafên tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê were misogerkirin. Divê destûr li ser bingeha ku rêgeza jiyana hevpar û ciherengiya çandî ava bibe. Ev jî bi rêya afirandina zemîneke nû ji Sûriyê re, pêşkêşkirina projeyek neteweyî ku mafên gel û serdestiya Sûriyê diparêze pêkane."

(şx)

ANHA 


Mijarên Din