Rêveberê bajarokê Simîlan Şaxewan Husên ji Rojnews re axivî û got; “Balafirek bê mirov ku tê gotin a Îranê ye, herêma gundê Dêge ya ser bi bajarokê Simîlan bombebaran kir. Armanca bombebaranê baregehên hizba demokratîk ya Îranê bû. Ti ziyanek çênebûye, tenê herêm şewitiye. Agir jî ji aliyê tîmên parastina şaristaniyê ve hate vemirandin.”
Cara yekeme ku gundê Dêge tê bombebaran kirin. Niştecihên gund ji ber êrişê bi fikarin.
Hêjayî gotinê ye îro rejîma Îranê herêma Berbizinan ya dikeve ser herêma Biradostê topbaran kiribû.