​​​​​​​Di bomebebarana li ser Dirbêsiyê de 3 kes birîndar bûn- HATE NÛKIRIN

Balafireke bê mirov a bi çek nuqteyeke hêzên Rûsyayê li ser rêya Hesekê- Dirbêsiyê bombebaran kir. Di encamê de 2 endamên hêzên Rûsyayê û leşkerekî hikûmeta Sûriyê birîndar bûn.

Balafireke bê mirov a bi çek careke din navçeya Dirêbsiyê bombebaran kirin û nuqteya koordîneyê ya hêzên Rûsyayê a 1 km dikeve başûrê navçeyê li ser rêya Hesekê kir hedef. Li gorî agahiyan du endamên hêzên Rûsyayê û leşkerekî hêzên hikumeta Sûriyê yên bi wan re birîndar bûn.

Birîndar rakirin navenda tenduristiyê ya navçeyê.

Vê sibehê jî balafirekê heman navçe bombebaran kir, ji ber bomebaranê ziyanê madî çêbûn.

ANHA


Mijarên Din